Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da 2024-09-05 15:27:24   ŞIRNEX - Li gundê Filfil ê Hezexê di şerê navbera zarokan derketî de zarokekî 14 salî ji ber darbeya ku lê ket jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Filfil ê navçeya Hezex a Şirnexê, ji ber sedemeke nediyar di navbera zarokan de nîqaş derket. Nîqaşa ku derketî veguherî şer. Di şer de Ercan Y. yê 14 salî bi derbên kêrê birîndar bû. Ercan Y.yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê tevî hemû mudaxileyan nehate rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ercan Y. ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê cenazeyê Ercan Y. li gund hat definkirin.    F.C.yê ku tê îdiakirin Ercan Y. kuştiye hat binçavkirin. Hate hînbûn ku dema binçavkirina wî dê berdewam bike.