Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e 2024-09-05 15:27:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên di êrişa SÎHA’yê ya Tirkiyeyê de hatine qetilkirin li Silêmaniyeyê bi merasîmekî girseyî hatin veşartin. Di merasîma canezayê de wiha hat gotin: “Li dijî êrişên bi vî rengî bêdengî sûc e û ji hevkariyê bêhtir kêrî tiştekî nayê.”   Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê, ser axa Herêma Kurdistanê ya Federa didomin. Tirkiyeyê li ser riya Xelekan-Kaniwatman a navçeya Dûkana Silêmaniyeyê bi SÎHA’yê êrişî wesayîtekî kir. Di êrişê de Muzaffer Huseyîn Xidir û her du kurên wî Mûhammet Mûzaffer (15) û Mûbîn Mûzaffer (12) hatin qetilkirin. Muzaffer Xidir û her du kurên xwe bi merasîmekî girseyî li Goristana Makok a qezaya Hacî Awa ya girêdayî Îdareya Raperînê hatin veşartin. Tevî xizmên Mûzaffer gelek hevalên wî tev li merasîma cenaze bûn.    Herwiha di êrişên Tirkiyeyê yên ji destpêka sala 2024’an heya niha yên Herêma Kurdistanê ya Federe de 20 welatî hatin qetilkirin.   Piştî merasîmê daxuyaniyek ya çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê xizmên Mûzaffer Awat Hesen di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em bi tundî vê sucê hovane yê mirovahiyê şermezar dikin. Dagirkirina xak û neteweyekê, qetilkirina welatiyên sicîl ti hincet qebûl nake û berevajiyê hemû nirxên mirovahî û exlaqî ne. Bêdengiya beramberî vî suce, ji bilî hevkariyê ne tiştek dine. Rîca dikin ku helwest û bertek nîşan bidin û êdî nehêlin ku heskiriyên me bi destên xiyanetê her roj bi mirin. Wek bira Muzefer û her du kurên wî bê sedem xwîn neyê rijandin.”   Awat Hesen axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin wek her carê bêdeng bimînin û li ser çareseriyê nefikirîn. Wiha berdewam bike wê her roj dora yek ji me be. Bêdengî û bêhelwestiya li vê herêmê her ku diçe karesatên mezintir û bêzariyên kûrtir çêdike. Em bang li aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku berpirsyartiya xwe li hember welatiyan werbigirin da ku dayîkek din dilê wê ne şewite. Van şehîdan weke şehîdên Kurd û Kurdistanê bidin nasîn û ji bo ku wan wek şehîd bidin nasîn hemû tedbîran bigirin.”