Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin 2024-09-05 15:28:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li bajarokê Çiwarta yê girêdayî navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîtek hedef girt û 3 kes qetil kirin. Êriş û komkujiyên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistana Federe didomin. Hate zanîn ku dewleta tirk li bajarokê Çiwarta yê girêdayî navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîtek hedef girt. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de cih digire 3 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.    Têkildarî bûyerê hêj tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Nasnameya kesên hatin qetilkirin jî nehate zanîn.    Balkêşe ku piştî “Zepta Mutebeqatê” ya PDK’ê û Tirkiyeyê bi Iraqê re di 15’ê Tebaxê de îmze kir, komkujî zêde bûn.