Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin 2024-09-05 15:38:32   STENBOL - Danişîna doza ku rojnamevan Osman Akin û Veysî Sarisozen bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” tên darizandin hate taloqkirin.    Danişîna 17’emîn a doza ku rojnamevan Osman Akin û Veysî Sarisozen bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” tên darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Parêzeran û kesên tên darizandin hincet nîşandan û tev li danişînê nebûn.    Şandeya dadgehê biryar da ku li benda înfaza fermana girtinê ya derbarê Sarisozen de hatiye dayîn bê mayîn û danişîn taloqî 4’ê adara 2025’an kir.