Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye 2024-09-05 15:41:11   STENBOL - Spectrum Houseyê rapora xwe ya têkildarî meyla hilbijêrên kurd eşkere kir. Di raporê de performansa DEM Partiyê ya piştî hilbijartinê serkeftî hate nirxandin û piraniya hilbijêran daxwaza pêşhilbijartinê kir.     Navenda Fikr û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê rapora xwe ya “Meyla Hilbijêrên Kurd û Pîvandina Performansê” li avahiya xwe ya li Kadikoyê eşkere kir. Daneyên raporê ji hêla Dîrektorê Giştî yê Navendê Dr. Azad Bariş ve hatin xwendin.    Hat gotin ku lêkolînê li qadê di navbera 15-28’ê tebaxê de û bi hezar û 508 kesên bi ser temenê 18 saliyê re rû bi rû hatiye kirin. Hat diyar kirin ku lêkolîn li bajarên Agirî, Dîlok, Êlih, Çewlig, Amed, Colemêrg, Şirnex, Wan, Stenbol, Enqere û Mêrsînê hatiye kirin. Ji sedî 53,8’ê beşdaran zilam û ji sedî 46,2 jî jin bûn.    PIRSA TÊKILDARÎ SEROKKOMARIYÊ     Pirsa “Heke îro hilbijartina serokkomariyê were kirin dê dengê xwe bidî kê?” hate kirin. Ji sedî 46,8’an got Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 18,7’an got Tayyîp Erdogan, ji sedî 8,8’an got Ekrem Îmamoglû, ji sedî 4,6’an got Ozgur Ozel û ji sedî 3’yan jî got Mansur Yavaş.  Dema kesên bêbiryar û fikrên xwe parve nekirin li ser hatin zêdekirin jî dengê Demîrtaş derket ji sedî 51,2.  DEM PARTÎ LI PÊŞ E HUDA PAR LI PAŞ   Bi domdarî pirsa “Heke îro hilbijartina parlamenteriyê were kirin dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 39,3’yan got DEM Partî. Ji beşdaran tenê ji sedî 1’ê got HUDA PAR. Dema pirs li gorî herêman tê kirin û wisa tên parvekirin jî dengên DEM Partiyê derketin ji sedî 60,8’an û yên HUDA-PAR’ê ji sedî 2.  DI HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE DEM PARTÎ TÊ TERCÎHKIRIN    Di lêkolînê de pirsa hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî hate kirin. Ji sedî 30,6’ê beşdaran gotin dengê xwe dane DEM Partiyê. Ji sedî 16,4’an jî got AKP. Dema hejmara kesên dengê xwe nedayin û yên ji bo dengdayinê temenê wan biçûk tên belavkirin jî dengê DEM Partiyê derket ji sedî 48’ê.  SEDEMA ESASÎ: DILSOZIYA BI PARTIYÊ RE    Di berdewamê de ji beşdaran pirsa “Sedema esasî ya dengê te daye partiya xwe çi ye?” hate kirn. Ji sedî 30,1’ê beşdaran gotin “Dilsoziya bi partiyê re”, ji sedî 27,6’an got “Pêşengê partiyê”, ji sedî 24,1’an got “bername û polîtîkayên partiyê”, ji sedî 9,3’yan got “profîla namzetên partiyê”.  HILBIJÊR PÊŞHILBIJARTINÊ DIXWAZIN   Yek ji mijara di lêkolînê de derketî pêş jî pêşhilbijartin bû. Ji sedî 67’ê beşdaran xwestin pêşhilbijartin bê lidarxistin. Ji sedî 27,7’an nexwest û ji sedî 5,3 jî bêbiryar bûn.  SEDEMA PÊŞHILBIJARTINÊ KRÎZA ABORÎ YE    Her wiha pirsa “Hûn çima pêşhilbijartinê dixwazin” hate kirin. Ji sedî 36,7’an got “Aboriya nebaş”, ji sedî 28,9’an got “Divê îktîdar biguhere”, ji sedî 13,3’yan got “pêşeroja Tirkiyeyê” û ji sedî 5,1’an jî got “Bêedaletî.” Li bajarên kurdan jî ji sedî 68’an xwestin pêşhilbijartin were lidarxistin.  PERFORMANSA DEM PARTIYÊ SERKEFTÎ YE   Di nava beşdaran de ji sedî 66,2’yan gotin heta niha dengê xwe dayine DEM Partiyê. Ji sedî 33,8’an jî gotin dengê xwe nedane DEM Partiyê. Ji beşdaran hat xwestin ku performansa DEM Partiyê binirxînin. Ji beşdaran ji sedî 48,9’an got performansa DEM Partiyê ya piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî baş e û ji sedî 28,4’an jî got ku serkeftî nîne. Ji sedî 22,7’an jî got “Ne serkeftî ye ne jî neserkeftî ye.”  Ji beşdaran her wiha pirsa “Divê DEM Partî ji bo hilbijêrên kurd kîjan polîtîkayan pêş bixe?” hate kirin. Balkêş e ku ji sedî 25,7’an bêbersiv hişt. Ji sedî 16,9’an got “pêşxistina welêt” û ji sedî 10’an jî got “pirsgirêka kurd.”  LÎDERÊ HERÎ ZÊDE TÊ ECIBANDIN: OCALAN    Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “Herî zêde kîjan serokê siyasî diecibînî?” hate kirin. Di vê beşê de “Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak” ji sedî 51,7 deng stand. “Recep Tayyip Erdogan, Hakan Fîdan û Devlet Bahçelî” ji sedî 15,3, “Ekrem Îmamoglû, Ozgur Ozel û Mansur Yavaş” jî ji sedî 9,2’yê dengan standin. Ji sedî 21,7’an jî gotin tu kesî naecibînin.  Di beşa dawî ya lêkolînê de jî pirsa “Tu xwe nêzî kîjan nêrînê hîs dikî?” hate kirin. Ji sedî 34,9’ê beşdaran gotin “Ez xwe weke neteweperwerê kurd dibînim”, ji sedî 23,2’yan got muhafazakâr, ji sedî 19,9’an got sosyalîst, ji sedî 5,5’an got lîberal, ji sedî 4,9’an got neteweperestê tirk. Ji sedî 11,7’an jî got “bersiv/fikra min tune ye” û “Tu ji wan” da.    MA / Îbrahîm Irmak