Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir 2024-09-05 15:53:57   ENQERE - Parlamenterê CHP’ê Okan Konûralp, serdana Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê li Meclisê didomîne kir û anî ziman ku li cem Şenyaşarê ne.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 15’an de berdewam kir.   Şenyaşar li gel kurê xwe parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûbû li deriyê ku ketina Koma DEM Partiyê lê ye dest bi çalakiya xwe kir. Şenyaşar bi kursiya biteker hate qadê. Şenyaşar bi pankarta ku li ser “edalet” dinivîsî ji bo kurê xwe edalet xwest.    Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Okan Konûralp jî serdana Şenyaşarê kir. Şenyaşar jî ji wekîl re ragihand ku kurên wê çawa hatine qetilkirin û kujerên esas nehatine cezakirin û kurê wê li girtîgehê tê ragirtin. Şenyaşar, anî ziman ku tevî çar emeliyat derbas kirin jî hêj li edaletê digere û got: “Delîl veşartin, kurê min girtin. Têre nekir avêtin hucreyê. Xelîl û malbata wî kujer in, diz in vê yekê herkes dizane. Kurê min berdin.”   Konûralp ê CHP’î anî ziman ku li cem lêgerîna edaletê ya Şenyaşar in.