Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-09-05 16:16:32 RIHA/ŞIRNEX - Şînên endamên HPG’ê Serhat Guzel û Bariş Kartal ku li Qilebanê jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.    Endamê HPG’ê Serhat Guzel (Zemanî Amanos) di 18’ê tebaxê de li herêma Kêla Memê ya navçeya Qileban a Şinrexê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guzel duh bi şev ji Şirnexê anîn Wêranşarê û li Goristana Asriyê hate definkirin. Şîna Guzel li mala malbatê hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Rêxistinên DEM Partî DBP’ê yên Riha û navçeyên wê, Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin (KATDER), aktîvîstên TJA’yê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî di serdanê de cih girtin. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê şînê û ji hêla malbatê ve hate pêşwazîkirin.    Di serdanê de deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.    Endamê HPG’ê Serhat Guzel (Zemanî Amanos) di 18’ê tebaxê de li herêma Kêla Memê ya navçeya Qileban a Şinrexê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guzel duh bi şev ji Şirnexê anîn Wêranşarê û li Goristana Asriyê hate definkirin. Şîna Guzel li mala malbatê hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Rêxistinên DEM Partî DBP’ê yên Riha û navçeyên wê, Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin (KATDER), aktîvîstên TJA’yê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî di serdanê de cih girtin. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê şînê û ji hêla malbatê ve hate pêşwazîkirin.    Di serdanê de deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.    SERDANA ŞÎNA KARTAL   Bariş Kartal (Yilmaz Dêrsim) ê HPG’î yê di heman êrişê de jiyana xwe ji dest daye, duh li navçeya Silopiyaya Şirnexê hate veşartin. Ji bo Kartal taxa Barbarosê şîn hate danîn. Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin.    Di serdana Rêveberên navend û navçeyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes tev li bûne de rêveberê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gunden diyar kir ku divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike û têkoşînê xurttir bike.