Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin 2024-09-05 16:31:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Qeymeqamê Çiwarteyê Osman Enver da zanîn ku her 3 kesên li Şarbajêrê di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatine qetilkirin sivîl in.  Dewleta tirk li qezaya Çiwartayê ya navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê bi SÎHA’yan êrişî wesayîteke sivîlan kir. Di êrişê de yek jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin.    Qeymeqamê Çiwartayê Osman Enver têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî û da zanîn ku her 3 welatiyên hatine qetilkirin sivîl in û ji wan yek jê zarokekî nexweş bû.    Nasnameyên kesên hatine qetilkirin hêj nehatine zelalkirin.