OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad 2024-09-05 16:43:24   STENBOL - Endamên Şaxa OHD’a Stenbolê di şexsê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de ji bo piştevaniyê çûn serdana xebatkarên Çapemeniya Azad.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di şexsê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de ku di 23’yê tebaxê de li Silêmaniyeyê bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, ji bo piştevaniyê çûn serdana kedkarên Çapemeniya Azad.    Endamên OHD’ê yên çûn serdana xebatkarên JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Yenî Yaşamê, peyama piştevaniyê dan.