Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin 2024-09-05 21:27:29     ŞIRNEX -Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan hat berdan, li Silopiyayê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin.   Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê hat berdan, li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin.   Kanit bi malbata xwe re hat Silopiyayê, ji aliyê Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD-FED), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveber Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.   Kanit li ber mala malbata xwe ya li Taxa Şehîd Harûn Boyê, yek bi yek kesên wî pêşwazî kirin, sila.