ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-06 09:00:09   * Dayika Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hat ragirtin, Emîne Çagirga bertek nîşan da ku hê jî kujer nehatine dîtin û got: "Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin."    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku zimanê nijadperestî yê MHP'ê li nava civakê belav bûye û CHP di hin mijaran de ji AKP'ê paşdetir maye, êrişên nijadperest ên li dijî kurdan nake rojeva xwe.    * Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî da zanîn ku 900 hezar zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin û got ku armanc bi perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.   * Attîla Ozdogan ê ku beşdarî amadekariyên panela bi navê "Şer, xizanî û çareseriya demokratîk" bû, got: "Tecrîd û feqîriya ji ber wê, pirsgirêka me hemûyan e. Werin em Tirkiyeyê ji nava vê gerînekê derxînin."    * Li Deşta Bazîkê ji ber zêdebûna lêçûnan û di dema rakirinê de daketina bihayan, berhem li zeviyê man.    * Şevket Acar ê li ARSÎSA’yê perwerdeya bi kurdî dide anî ziman ku divê polîtîkayên asîmîlasyonê werin bidawîkirin û pergaleke ku gel di zimanên xwe de perwerdeyê bibînin, divê were sepandin.    * Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku mezinbûna ji sedî 2,5’ê ya di aboriyê de nîşaneya pirsgirêka resesyonê ye û wiha got: “Heta welêt demokratîk nebe aborî baş nabe.”    * Şaredariya bajarokê Dêrgûlê ya AKP’ê ev 4 meh in pirsgirêka avê ya 8 hezar nifûsa wê heye çareser nake, şêniyên bajarok dibêjin şaredarî li şûna avê ji xelkê re bîne bi tankeran avê ji baregehên leşkerî re dikişîne.    * Dayik Sharifa Panahî ya gora kurê xwe Ramîn Hossein Panahî yê li Îranê hatiye darvekirin digere, wiha got: “Ramîn ji bo azadiyê canê xwe feda kir. Ruhê wî di laşê min de dijî, ez êdî Ramîm im.”   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê li avahiya şaxa xwe aşkere bike. (11.00)    * Komîsyona Perwerde, Ked û Zarokan a DEM Partiyê dê têkildarî sala nû ya perwerdeyê dê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDΠ   * Komîsyona Mafên Jinan a Amedê dê bi boneya vekirina sala edlî dê li ber edliyeyê daxuyaniyê bide. (12.30)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê têkildarî sempozyuma “Ekolojî û çandinî” ya dê dawiya hefteyê li dar bixe daxuyaniyê bide. (13.00)    * Egîtîm Sen dê bi boneya sala nû ya perwerdehiyê li gelek bajaran daxuyaniyê bide. (13.30)    * Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê dê têkildarî komkujiyên jinan li baroyê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Emîne Şenyaşar, dê Nobeta xwe ya Edaletê ya li Meclisê bidomîne. (13.00-17.00)    * Di pêşengtiya saziyên jinan ên li Îzmîrê de têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê li ber Îskeleya Konakê dê daxuyanî bê dayîn. (18.00)