Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin 2024-09-06 09:00:15 ŞIRNEX - Dayika Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hat ragirtin, Emîne Çagirga bertek nîşan da ku hê jî kujer nehatine dîtin û got: "Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin."  Li navçeya Cizîr a Şirnexê di navbera 4-12’ê Îlona 2015’an de bi yekemîn qedexeya derketina derve re tevahiya navçeyê hat dorpêçkirin. Bi qedexeyan re zarok û extiyar jî di nav de bi giştî 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya ku 9 sal di ser qedexeyan re derbas bûn de êş hê jî wekî berê ye. Li her kolanên Cizîrê şopa qedexeyan hê jî heye. Tevî 9 sal derbas bûne jî kujerên welatiyên ku hatine qetilkirin hê nehatine dîtin. Malbatên ku zarokên xwe di qedexeyan de winda kirine hê jî êşa wan zindî ye. Yek jî ji wan Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexeyan de bi 3 guleyan jiyana xwe ji dest dayî ye. Malbata Cemile Çagirga ji ber qedeyan nekarî keça xwe bisperin axê û ji bo cenazê xira nebe 9 rojan di sarince de ragirtin.     Parêzerê Cemîle Çagirgayê Huseyin Tul bi lêv kir ku heta niha tu îfadeyên personelên midûriyeta polîsan nehatine standin û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Tul da zanîn ku der barê dosyayê de biryara daîmî di lêpirsînê de hatiye dayin û got ku lêpirsîn berdewam dike.    Dayika Cemile Çagirga Emîne Çagirga û bavê wê Ramazan Çagirga bertek nîşanî necezakirina kujeran dan û bi lêv kirin ku heta dawiyê ew ê ji bo cezakirina kujeran têbikoşin.    'DI DESTÊ MIN DE CANÊ XWE DA'   Dayik Emîne Çagirga diyar kir ku keça wê li ber çavê wê hatiye qetil kirin û ew roj wiha vegot: "Piştî qedexeyan her tim dengê şer dihat. Rojeke evarê em li malê rûniştibûn. Ji wê rojê jî dengê pêvçûnê tune bû. Cemile jî bi israr her tim digot,' dayê em derkevin nava hewşê em hinek behn bistînin.' Li ser daxwaza wê em derketin ber hewşe û cîranan ve rûniştin. Ji nîşka ve dengê çekan hat. Me bazda ku bikevîn xanî lê Cemile ket erde. Navê wê yê nasnameye Cemileyê lê li malê me jê re digot Cizîr. Min 3 caran bang kir min got,'Cizîr rabe ser xwe'  Lê deng jê nedihat. Tenê careke got 'Oy daye' ew gotina wê ya dawî bû. Di destê min de jiyana xwe ji dest da. Piştî dengê çekan gaz jî avetin. Hûndirê hewşa me tev bibû duman."   'HEZAR SAL JÎ DERBAS BIBE EM WÊ SARINCÊ JI BÎR NAKIN'   Dayik Çagirga anî ziman ku ji ber qedexeyan nekarîne keça xwe bisperin axê û ji ber wê jî neçar mane ku cenazeyê keça xwe bi rojan di sarincê de bihêlin. Dayik Çagirga destnîşan kir ku bi hezaran sal derbas bibin jî ew dê wê sarincê ji bîr nekin û wiha got:"Piştrê me Cemîle şûşt. Hine pir hez dikir. Me destê wê hine kir. Me bang li ambulanse kir lê ambulans nehat. Nehiştin em cenazeyê xwe jî veşerînin. Ji bo cenazê xira nebe 3 rojan me di sarincê de hilanî. Hezar sal Jî derbas bibe em wê sarince ji bîr nakin. Piştî 3 rojan destûra ambulanse hat dayin. Hatin cenaze birin nexweşxanê. Lê di destpêkê de me nedizanî cenazê birinê kijan nexweşxanê. Me nexweşxaneya Cizîrê geriya gotin, 'cenazeyeke wisa li vir nîne.' Piştrê rêyedarên dewletê geriyan gotin,' keça xwe li Şirnexê vêşerînin.' Me jî qebûl nekir. Me got em ê bibin Cizîrê. Piştî 9 rojan me keça xwe li Cizîrê veşart."   'GOTIN EV BÛYER JI FÎLÎSTÎNÊ PÊK HATIYÊ'   Dayik Çagirga bertek nîşanî necezakirina kujerên Cemîlê da û wiha pê dê çû: "Tevî 9 sal derbas bûnê jî kujerên Cemîle hê nehatinê ceza kirin. Rêveberên dewletê bi gotina, 'Ew bûyer ji Filistînê pêk hatiyê' qetil kirina Cemîle înkar kirin. 9 sal in tu lêpirsîn nehatiyê kirin. Ew 9 sal ji bo me pir dijwar derbas bûn. Dema çavê min li sarincê dikeve ez dîsa diçim wê roje. Cemîle hê zarok bû. Tiştek nekiribû. Bi guleyên dewletê hat qetilkirin. Lê înkar kirin. Me got ha wa yê binirin ew bûyer li vir bû ye lê qebûl nekirin. Di laşê wê de 3 güle derketin. Lê tevî guleyan jî kujerên wê nehatin lêpirsîn kirin û dîtin. Tenê careke serdozger bang li şahidên bûyerê kir. Cîranên me jî şahidî kirin. Lê serdozger dîsa derewand got,' ew bûyer ne li vir qewimiyê.' Bavê wê jî nûçeyên derbarê Cemîle de hatinê çêkirin nîşanî serdozger da. Lê dîsa encamek derneket. Heta em sax in em ê li pêy şopê bin ku kujer bên ceza kirin."   Dayik Çagirga anî ziman ku kujerên Cemile bi zanebûn nayên dîtin û bi gotina bila serê Kurdistanê sax be axaftina xwe bi dawî kir.    'EM DIXWAZIN KUJER BÊN CEZA KIRIN'   Bavê Cemile Ramazan Çagirga jî da zanîn ku di sala 1991'an de li Cizîrê top li xaniyê wan ketiyê û di malbata wan de 7 kesan jiyana xwe dest da ye. Çagirga bi lêv kir ku wê deme jî kujer nehatinê ceza kirin û niha jî. Çagirga bi bîr xist ku gelek kesên hatinê qetilkirin kujerên wan nehatinê dîtin û axaftina xwe wiha domand: "Heke li Tirkiyeyê edalet, hiqûq û demokrasî hebûnê ew kujer wê bihata ceza kirin. Ji kujeran hesap nehat pirsin. Kurdan tune dihesibînin. Zarokeke kurd bi guleya dewletê hat qetil kirin. Me guleyên di laşê Cemîle de derketinê nîşanî dozger dan lê dîsa jî tu lêpirsîn nehat kirin. Daxwaza me ew ê ku edalet, hiqûq û demokrasî were ser vê erdnîgariyê û kujerên Cemîle bên ceza kirin."   MA / Mahmut Altintaş