Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be 2024-09-06 09:00:49 WAN - Şevket Acar ê li ARSÎSA’yê perwerdeya bi kurdî dide anî ziman ku divê polîtîkayên asîmîlasyonê werin dawîkirin û pergalekî ku gel di zimanên xwe de perwerdeyê bibînin, divê were sepandin.  Di serî de zarokên kurdan, bi milyonan zarok ji avabûna komarê heya niha nikarin di zimanê xwe yê zikmakî de perwerdeyê bibînin. Serdema perwerdeyê ya nû di 9’ê îlonê de dest pê dike û dîsa di zimanê zikmakî de perwerde nîn e. Kurdên ev demekî dirêj e li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin, têkoşîn ku zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayaye bi salan e li Wanê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê kursên kurdî dide.    ZEXTÊN SER ZIMANÊ KURDÎ   Perwerdekar û rêveberê komeleyê Şevket Acar destnîşan kir ku daxwaza neqebûlkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî, bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji avabûna komarê heya niha re têkildar e. Acar da zanîn ku qedexekirina perwerdeya zimanê zikmakî ya zarokên kurd, ne ji rêzê ye û wiha axivî: “Ji roja ewil heya niha polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê li dijî kurdan tên meşandin. Em dibîn ku helwesta xwe ya ‘Bi tirkî biaxive, pir biaxive’ qet neguherandine, îro jî helwesta wan a li dijî kûrdî wekhev e. Di navbera wê serdemê û niha de tu ferq nîn e. Wê rojê jî yên bi kurdî diaxaftin dihatin kuştin û cezakirin, niha jî yên bi kurdî diaxivin tên kuştin û cezakirin.”    Perwerdekar û rêveberê komeleyê Şevket Acar    ‘EM Ê DI PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE ISRAR BIKIN’   Acar da zanîn ku sedema qebûlnekirina perwerdeya zimanê zikmakî yek jî qebûlnekirina zimanê kurdî ye û bi bîr xist ku ew di demekî ku peyvên kurdî ji hêla desthilat û alîgirên wan de tên çewisandin de derbas dibin. Acar bilêv kir ku her tim li dijî axaftina bi kurdî nêzîkatiyekî dijminane heye û ev tişt gotin: “Li Meclisê jî dema diaxivin, mîkrofona wan tên girtin. Bi salan e li hemberî kurdî nêzîkatiya wan a ‘zimanê nayê zanîn’ helwesta wan nîşanî me dide. Kurdî zimanekî dewlemend e, çi bikin bila bikin em ê di perwerdeya zimanê zikmakî de israr bikin û ji bo kurdî bêhtir were axaftin, çi ji destê me were em ê bikin.”    ‘TÊKOŞÎNA BI SALAN’   Acar diyar kir ku di zimanê zikmakî de perwerdeyê dîtin maf e, gelên din jî di zimanê xwe de divê perwerdeyê bibinînin. Acar got ku zimanê bi mîlyonan kurdan tê înkarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan e xebatên me yên ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê’ hene. Gelê kurd bi salan e vê daxwazê tîne ziman. Lê belê rayedar nabînin û naxwazin bibînin. Ev daxwaz maf e û mirovane ye. Lê belê dewleta Tirkiyeyê vî mafê ji bo kurdan gelek dibîne. Dema mijar dibe kurd, dewlet hemû daxwazan wek nedîtî dibîne. Çima bi zimanê zikmakî, kurdî perwerde nayê dayîn? Gelo sedema wê çi ye? Ma qey dema zarok di zimanê xwe yê zikmakî de perwerde dîtin, dê Tirkiye perçe bibe? Ev van polîtîkayan şermezar dikin û qebûl nakin. Bila ji bo zarokên kurd perwerdeya zimanê zikmakî were dayîn.”    ‘DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ BÎNIN’   Acar bang li desthilatê kir ku dawî li polîtîkaya asîmîlasyonê bîne, bilêv kir ku di pêşveçûna zarokan de ziman gelek girînge û da zanîn ku di vê hêlê de gelek berpisyarî dikeve ser milê malbat û civakê. Acar anî ziman ku divê gelê kurd ji bo pêşxistina zimanê xwe yê zikmakî, tişta dikeve ser milê xwe divê pêk bîne û wiha derbirî: “Divê ji 7 saliyê heya 70 saliya xwe her kesek li her derê bi kurdî biaxive. Divê kurdi li kolanan, taxan, dibistanan, zanîngehan û li her derê were axaftin. Dema wan zimanê me asteng kir, divê em bêhtir axaftina bi kurdî bersivê bidin wan. Divê kurdî her tim di rojeva me de be. Dema ku zarok diçin dibistanê, tekane zimanê ku ew dizanin kurdî ye û dema astengiya tirkî tê li pêşiya wan, ev yek re li ber pêşketina wan dibire. Ji ber li malê bi kurdî diaxive, bi hevalên xwe re bi kurdî diaxive li kolanê bi kurdî diaxive. Dema zarok diçe dibistanê ji nişgav ve tirkî derdikeve pêş wî û şaş dibe. Têkoşîna me ya ji bo perwerdeya zimanê zikmakî dê bidome ji ber em bi zamanê xwe ve hene.”   MA / Rûken Polat