Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin 2024-09-06 09:09:33 RIHA - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî da zanîn ku 900 hezar zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin û got ku armanc bi perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1’ê Îlonê de sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Li herêmê li 4 hezar û 100 dibistanan 900 hezar xwendekar ji 41 hezar mamosteyan perwerdeyê digirin. Serdema yekem a sala xwendinê dê di 2'yê Çileya 2025'an de biqede, serdema duyemîn jî dê di 15'ê Çileya 2025'an de dest pê bike û di 15'ê Gulanê de biqede. Ji bilî zimanên kurdî û erebî ku zimanên fermî yên herêmê ne, perwerde bi zimanên suryanî, ermenî û tirkî jî tê dayîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her zarokek bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi perwerdeyê dike, mufredata perwerdeyê bi fikra Neteweya Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin.   Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî diyar kir ku armanca pergala perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e û têkildarî sala nû ya xwendinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   ‘HER KES BI ZIMANÊ XW EYÊ ZIKMAKÎ DEST BI PERWERDEHIYÊ DIKE'   Samîra Hac Elî da zanîn ku bingeha perwerdehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Neteweya Demokratîk hatiye avêtin û li ser van esasan hatiye avakirin û got: “Perwerdeya pirzimanî li dijî têgihîştina yekzimanî ya netew-dewletan tê dayîn. Pergalek ku tê de hemû civak bi çand, dîrok, kevneşopî û edetên xwe perwerde dibe, di meriyetê de ye. Ereb, kurd, suryanî û tirk her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibe. Her kes heta pola 3.-'yemîn bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibe. Di pola 4'emîn de, ji bilî zimanê dayikê, bi zimanê ku pê dijîn û bi zimanê cîranên xwe yên cuda jî perwerdeyê dibînin. Wekî mînak xwendekarekî kurd bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi perwerdehiyê dike û piştî pola 3'yemîn qursekê digire û tê de ji bilî kurdî fêrî zimanê kesên ku pê re dijîn jî dibe. Ev dersa ku ji pola 4'an dest pê dike heta pola 12'emîn dewam dike. Li gorî beşa ku hildibijêre dikare zanîngehê jî bidomîne. Her kes di pola 5’emîn de dest bi fêrbûna îngilîzî dike û heta pola 12’an berdewam dike."   Semîra Hac Elî destnîşan kir ku di mufredata ku li dibistanan tê dayîn de cîhê pergala perwerdehiya netew-dewletê ya wekî nijadperestî, netewperestî û asîmîlasyonê tune ye û got: "Mufredata tekparêz a rejîma BAAS'ê hat hilweşandin. Her kes bi ziman û baweriya xwe perwerdehiya azad dibîne. Armanca pergala perwerdehiyê ne tenê hînkirina tiştekî ji mirovî re ye, ders li derveyî polan jî berdewam dikin. Pergaleke perwerdehiyê ya ku bi civakê re tê girêdan heye. Di navbera civak û dibistanê de rasterast têkiliyek heye. Erka her mamosteyî/ê ew e ku rasterast bi malbatên xwendekarên ku wan hîn dikin re di têkiliyê de be, pirsgirêkên ku ew dikişînin wekî yên xwe bihesibînin û alîkariya peydakirina çareseriyê bike. Perwerde bêyî civakê ne pêkan e, civak bi tenê bi danîna qaîdeyan ji cihekî nayê perwerdekirin. Perwerdehiya civakê bi gel re tê diyarkirin."   Samîra Hac Elî bal kişand ser guhertinên di warê peerwdeyê de yên di serdema rejîma BAAS'ê û piştî Şoreşa Rojavayê de û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê hem şoreşa ziman û hem jî şoreşa jinê ye. Di serdema BAAS'ê de, dest bi perwerdeya bi zimanê xwe berde, me nikaribû stranên bi zimanê xwe guhdarî bike û navên xwe bi kurdî hilbijêre. Niha em bi zimanê xwe nav li zarokên xwe dikin û bi zimanê xwe stranan dibêjin. Ji ber ku kurdî qedexe bû, wêjeya me li paş ma. Em niha ji bo çareserkirina zirarên ku çêbûne têdikoşin."   ‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TEKPARÊZÎ HEYE'   Samîra Hec Elî da zanîn ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de perwerde yektîpî ye û got: “Ji bo guherandina demografiyê di warê perwerdehiyê de rêbazên DAIŞ’ê hene. Ji bo asîmîlasyonê hewldaneke dijwar heye. Mufredata xwe li ser esasên gihandina nifşekî nijadperest çêkirine."    Semîra Hac Elî bi bîr xist ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke neyînî li perwerdeyê jî kiriye û dibistan jî bûne hedef û got: “Êrış tu carî nesekinîn. Carinan ji ber êrışên hewayî li hin cihan perwerdehî tê sekinandin. Em bi dijwarî dixebitin ku di heyama pêş de xebatên xwe yên binesaziyê yên ji bo perwerdehiya online bilezînin û bicîh bînin. Êriş hebin jî em ê bi hemû hêza xwe perwerdehiyê bidomînin. Hewldanên me yên ji bo perwerdehiyê bi kanalên televîzyonê berdewam dikin. Em ê hewl bidin ku zarok di şert û mercên baştir de perwerdeyê bibînin. Ji bo her rewşeke neyînî amadekariyên me hene. Em ê îmkanên xwe ji bo zarokên xwe seferber bikin."   MA / Emrûllah Acar