Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin 2024-09-06 09:42:12 STENBOL - Attîla Ozdogan ê ku beşdarî amadekariyên panela bi navê "Şer, xizanî û çareseriya demokratîk" bû, got: "Tecrîd û feqîriya ji ber wê, pirsgirêka me hemûyan e. Werin em Tirkiyeyê ji nava vê gerînekê derxînin."  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehıya Bilind a Îmraliyê girtiye û 42 meh in di bin tecrîdê de tê girtin, tu agahî nayê girtin. Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li cîhanê li dijî bêhiqûqiyê hat destpêkirin, wê li Stenbolê panela “Şer, xizanî û çareseriya demokratîk” bê lidarxistin.   Panela wê ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Stenbolê ve di 8’ê Îlonê roja yekşemê li Navenda Çandê ya Şîşli Cemîl Candaş bê lidarxistin û dê Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî moderatoriya wê bike. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe, Nivîskar Ayşegul Devecîoglû û rojnameger-nivîskar Ercûment Akdenîz wê wekî axêver beşdarî panelê bibin.   Hevberdevkê berê yê Lineya Rêxistinkirinê yê DEM Partiyê Atilla Ozdogan ku beşdarî amadekirina panelê bû, diyar kir ku di panelê de wê tecrîd û pêşniyazên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên bingehîn ên welêt bên nîqaşkirin û banga tevlîbûnê kir.   Ozdogan anî ziman ku divê li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin û got: “Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê şer heye. Ji ber vî şerî feqîriyeke kûr heye. Hişmendiyek hevpar heye ku ev gerînekek e û divê em jê derkevin. Ev aqilê hevpar; bi lez ji polîtîkaya 'bikuje, were kuştin', dûr dikeve û ji bo aştiyê û cardin avakirina maseya çareseriyê tevdigere. Eşkere ye ku polîtîkaya 'înfazê' ya heyî çareserî nayne û pirsgirêkan kûrtir dike. Lewma divê hemû beşên civakê yên ku li Tirkiyeyê demokrasî û edaletê dixwazin li dijî van polîtîkayan derkevin."   ‘SEDEMA XIZANIYÊ ŞER E'   Ozdogan destnîşan kir ku yekane rêya rawestandina şer rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û got: "Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got, 'Ez dikarim di nava hefteyekê de vî şerî rawestînim.' Lê derfet nayê dayîn. Ev derfet ne tenê nayê dayîn, bi awayekî bêexlaqî jî rastî bêpêwendiyeke mutleq tê. Desthilat bi nêzîkatiyeke ku desthilatdariya xwe bi krîmînalîzekirina meseleya kurd û astegkirina mafên birêz Ocalan bidomîne. Lê diyar e ku ev siyaset wê ne temendirêj be."    Ozdogan bal kişand ser rengvedana polîtîkayên şer û tecrîdê yên li ser civakê û got ku desthilatdarî civakê ji siyasetê dûr dixe û di nava sînorên ku xêz dike de dihêle û ev jî rizandina civakê bi xwe re tîne. Ozdogan got: “Em ê roja yekşemê panelekê li dar bixin. Em ê çareseriya tecrîd, xizanî û şerê li Tirkiyeyê nîqaş bikin. Sedema herî mezin a xizaniyê li vî welatî tecrîd û şer e. Em ê di panelê de hemû pirsgirêkên xwe nîqaş bikin."   'ÇARESERÎ AŞTIYEKE BIRÛMET E'   Ozdogan anî ziman ku li cihekî ku şer lê hene mirov nikare behsa hiqûqê bike û got: “Pêwîst e dengê aştiyê bê bilindkirin. Aştiyeke bi rûmet wê aştiyê bîne van xakê. Pêkanîna aştiya Rojhilata Navîn bi du tiştan ve girêdayî ye; Ya yekem dabînkirina azadiya gelê kurd û vegerandina mafên wî yên bingehîn û ya duyem jî; vegerandina mafên bingehîn ên gelê Filistînê ye. “Heta ku pirsgirêkên bingehîn ên van her du gelan bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin, ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn aştî pêk were."   'DIVÊ FIRSETÊ BIDIN ABDULLAH OCALAN!'   Ozdogan destnîşan kir ku divê rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bê vekirin û wiha dewam kir: “Em dizanin ku ger ji bo birêz Abdullah Ocalan ku ji aliyê gelê kurd ve weki muzakerevanö sereke yê çareseriya demokratîk tê dîtin derfet bê dayîn, dê ev pêvajoya nakokî bi dawî bibe û rêya aştiyê bê vekirin. Ger çareseriya demokratîk a pirsgirêka jurd hebe, gel û kedkarên Tirkiyeyê wê bibin xwedî şensê jiyaneke pevre. Di vî warî de paradîgmaya rêya sêyemîn a DEM Partiyê pêşniyaza çareseriyê ye. Ev pêşniyaza çareseriyê êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meriyetê. Jiyanek li dor paradîgmaya neteweya demokratîk hatiye xêzkirin ku tu kes xwe li derveyî wê nehêle û tu kesî binpê nake û rêzê li her bawerî û nasnameyê digire."   MA / Esra Solîn Dal