Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin? 2024-09-06 09:43:40 ŞIRNEX - Şaredariya bajarokê Dêrgûlê ya AKP’ê ev 4 meh in pirsgirêka avê ya 8 hezar nifûsa wê heye çareser nake, şêniyên bajarok dibêjin şaredarî li şûna avê ji xelkê re bîne bi tankerên avê ji baregehên leşkerî re dikişîne.  Pêdiviya avê ya bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê ku 8 hezar nifûsa wê heye, bi mehan e ji aliyê şaredariya AKP'ê ve nayê çareserkirin. Li bajarokê Dêrgûlê ku 6 taxên wê hene hema bêje ava wan hemûyan tune ye. Şaredarî tankerên avê ji gel re naşîne. Şêniyên bajarok dibêjin ku şaredarî bi tankeran avê ji baregehan leşkeriyê re dikişîne lê avê ji gel re nakişîne. Welatî li bajarok bi mehan e bê av in û bertek nîşanî şaredariyê dan û diyar kirin ku pêdiviya wan a avê nayê çareserkirin.    'EM FIREK AV DIXWAZIN'   Ji welatiyan Sultan Uzar diyar kir ku tenê êvaran nîv saetê av didin wan û wiha got: "Êvaran û sibeyan tenê nîv saetê av didin me. Zivistanê ava ku didin jî em nikarin bikar bînin.Carna 4 rojan ava me tune ye. Dema ku em ji şaredariyê re daxwaza avê dikin jî dibêje em ê bînin lê piştre wenda dibin û nayinîn. Her sal dibêjin ku em ê pirsgirêka avê çareser bikin lê çareser nakin. Ew ava ku nîv seatan didin jî qirêj diherike. Tenê daxwaza me ew e ku em fireka avê ya paqij vexwin. Av bi şev seat 10'an berdidin. Ew av jî nayê vexwarin û bikaranîn. Ev ava ku diherike jî em ne dikarin malê paqij bikin û ne jî dikarin pê cil û berg û xalîçeyên xwe bişon. Bi ti awayî ev av nayê bikaranîn."    'NÎV SEATÊ AVÊ DIDIN'   Ji şêniyan Besna Aksu jî da zanîn ku ev 4 meh in ava wan nahirike û diyar kir ku ava ku tê dayîn gemar e û wiha got: "Em di warê avê de gelek zehmetiyan dikişînin. Em dixwazin mala xwe paqij bikin, lê em nikarin paqijiyê bikin. Ev 3-4 meh in ava me naherike, li malê av tune ye. Li vî bajarokî tenê nîv saetê avê didin, em dixwazin ava me jî weke her derê 24 saetan biherike."    'AV WEKÎ KOMIR Û HERIYÊ DIHERIKE'   Omer Uzar jî anî ziman ku pirsgirêka avê ya bajarok êdî bûye pirsgirêkeke kronîk û tevî ku gelek çavkaniyên avê yên bajêr hene jî ev pirsgirêk didome û got: "Ji dema ku em hatine vir ve heta niha em rastî vê pirsgirêkê tên. Zivistanê em qet nikarin vê avê vexwin. Ava ku êvarî dereng tê dayîn, pir kêm diherike. Ava ku didin jî wek komir û heriyê diherike. Tişta ku em dixwazin ava paqij e."   'EM JI BÊAVIYÊ DIMIRIN'   Yek ji welatiyan Osman Sevîn jî bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêka avê da û got: “Şevê dereng avê didin û dû re yekser qut dikin. Ji ber ku av tune ye em zehmetiyan dikişînin. Em ji bêaviyê dimirin."