KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan 2024-09-06 09:44:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bersiv da nameyên têkildarî tecrîda li ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bersivek da Profesorê Zanîngeha Bergenê Kariane Westrheim ku Westrheim li ser navê 69 xelatgirên Nobelê yên têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek nivîsandibû. Rayedarê DMME'yê Marialena Tsirli bi tenê spasiyên xwe anîn ziman ku Westrheim bal kişandiye ser mijara şert û mercên Abdullah Ocalan ên girtîgehê.   Li ser vê yekê Karaine Westrheim nameyeke nû ji DMME'ê re şand û bang li dadgehê kir ku di mijara şandina heyeta ji bo Îmraliyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û bi  bîr xist ku Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtêna Îşkenceyê ya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsiyar in ku li welatên endamên Konseya Ewropayê parastina mafên mirovan bikin.    DMME, KONSEYA EWROPAYÊ, CPT BERPIRSIYAR IN   Karaine Westrheim di nameya xwe de ev yek anîn ziman: "Têkiliya birêz Ocalan ya bi derve re ev 42 meh in hatiye qutkirin. Ev yek ji bo Gelê Kurd, malbata wî û ji bo parêzerên wî ku gelek caran daxwaza wan a hevdîtinê tê redkirin cihê xemgînî û fikarê ye.  Ji ber ku Tirkiye jî dewleteke endam e, ji bo ku CPT yan jî Konseya Ewropayê ji bo Îmraliyê seredanekê bike, dikare zextê li Tirkiyeyê bike.  Ez dubare spasiyên xwe li Serokê DMME'ê dikim ku bersiv daye.  Her wiha ez dixwazim hûn li gel komîteyên Yekitiya Ewropayê yên din hewl bidin ku heyetekê  bişînin Îmraliyê."   BERSIVA KOMÎTEYA WEZÎRÊN KONSEYA EWROPAYÊ   Her wiha Wezîrê Karên Derve û Serokê Komîteya Wezîran Gabriellius Landsbergis bersiv da nameya Westrheim a ji Komîteya Wezîran re şandî.   Landbergis di nameya xwe de ragihand ku di civîna 1507'emîn a Komîteya Wezîran de mijara şert û mercên girtinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê bê lêkolînkirin û got: "Weke Serokatiya Komîteya Wezîran a Lîtvanyayê, dikarim garantiyê bidim ku komîte wê bi dewamî bişopîne bê delwetên endam sozên xwe bi cih tîne yan na."   DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE   Kariane Westrheim bi vê gotinê bersiv da nameya Landsbergis: "Em gelekî kêfxweş bûn ku me bihîst, wê Serokatiya Komîteya Wezîran a Lîtvanyayê bişopînin bê dewletên endam berpirsyariyên xwe bi temamî bi cih tînin an na. Ev yek agahiyeke gelekî erênî ye, lê belê tecrûbeyên me nîşan didin ku Tirkiye zêde guh nade bangawaziyên bi vî rengî û ji ber vê yekê jî di pratîkê de guhertin nabe. Lewma em dixwazin bang li Komîteya Wezîran bikin ku heyetekê bişîne Girava Girtîgeha Îmraliyê, şert û mercên tenduristiyê û rewşa Birêz Abdullah Ocalan lêkolîn bike ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Abdullah Ocalan 42 meh in bi ti awayî têkiliyê bi derve re nikare dîne, ev ye kji bo malbata wî û parêzerên wî cihê xemgîniyeke mezin e. Tirkiye dewleteke endam e, lewma Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kare zextê li Tirkiyeyê bike ku destûrê bide serdana heyetekê."   CPT TENÊ GOT 'EM DIŞOPÎNIN'   Serokê CPT Alan Mitchell jî bersiv da nameya wekîlê Spanyayî Jorge Pueyo Sanz û diyar kir ku CPT rewşa kesên li Îmraliyê girtî ne ji nêz ve dişopîne û bal kişand ser serdana Îlona 2022'an a li Îmraliyê. Mitchell anî ziman ku têkildarî rewşa Rêberê PKK2ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên pê re diyaloga CPT a bi meqamên Tirk re dewam dike û got komîte wê rewşa girtiyên li Îmraliyê bi dewamî bişopîne.