YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike 2024-09-06 09:46:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Fraksiyona YNK’ê êrişên Tirkiyeyê yên li ser welatiyên sivîl yên li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku bêdengiya rêveberiyên Iraqê û herêmê êrişan rewa dike. Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê li dijî êriş û bombebaranên Tirkiyeyê yên bi SÎHA’yan li ser welatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, daxuyaniyek weşand.   ‘BÊDENGÎ REWAKIRIN E’   Daxuyaniya Fraksiyona YNK’ê wiha ye:“Em êrişên hovane yên balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê li ser welatiyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Bêdengiya Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramberî êrişên Tirkiyeyê cûrek yê rewakirina van êrişane.   3 ROJAN DE 7 WELATÎ   Di 72 saetên borî de li parêzgeha Silêmanî û Duhokê di du êrişên cuda de 7 welatiyên sivîl şehîd bûn. Şehîd ji du malbatanin ku yek ji wan zaroke û gelek welatiyên din jî birîndar bûne. Berdewamiya êrişan û bêdengiya Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember şehîdkirin, birîndarkirin û binpêkirina serweriya Iraqê, cûrekê rewakirina êrişên Tirkiyeyê ye.   ÊRIŞ HATE ŞERMEZARKIRIN   Em weke Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê êrişên hovane yên balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li ser welatiyên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Her wiha bang li Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin û helwesteke cidî nîşan bidin.”