DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin 2024-09-06 10:46:08   AMED - DFG’ê û MGK’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kirin û wiha gotin: “Em ê têkoşîna birûmet a çapemeniya kurd û rojnamevanên jin biparêzin û rastiyan ji gel re ragihînin.”   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku wê têkoşîna şehîdên çapemeniyê bidome û wiha hate gotin: “Em rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên herî dawî li Silêmeniyê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, em biryara xwe ya hilgirtina ala wan a têkoşînê dîsa tînin ziman. Wê tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê nikaribe bê sekinandin."   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Di roja îro de em dixwazin têkoşîna çapemeniya kurd a ku ji dîrokê heta niha li ber xwe daye bi bîr bînin. Em dixwazin di vê roja watedar de balê bikişînin ser zextên li ser kedkarên çapemeniyê yên ku ji bo azadiya çapemeniyê dixebitin.    Di vê rêwitiya zor û dirêj de em dikarin behsa serdemên girîng bikin. Belavbûna têkoşîna gelê kurd a li Rojhilata Navîn ji bo rojnamegeriya kurdî bû destpêkek nû. Zilm û zexta li ser kurdan li qada navneteweyî ya nedihat dîtin an jî bi awayekî ji heqîqetê dûr dihat dîtin. Ev valahiya mezin bi rojnamegerên ku kevneşopiya çapemeniya azad diparêzin, hat tijekirin.    BERDEWAMIYA KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA KURD    Kovar û rojnamegerên kurdî û tirkî yên bi pêşengiya Mûsa Anter û Gurbetelî Ersoz dihatin derxistin rojnamegeriya kurdî jî mezin kir. Ev di heman demê de bû berdewamiya kevneşopiya çapemeniya azad. Ozgur Gundem û Azadiya Welat bûn berdewamiya kevneşopiya çapemeniya Kurd. Şehîdên çapemeniyê yên bûn serkeftina kevneşopiya çapemeniya azad riya me ronî kirin. Bi dehan rojnamegerên kurd ji bo heqîqetê canê xwe feda kirin. Apê Mûsa, Gurbetelli Ersoz, Cengiz Altun, Huseyin Deniz, Hafiz Akdemir û bi dehan rêhevalên wan bûn pêşengên çapemeniya kurd û çapemeniya azad.    EM BI SERHILDAN Û TÊKOŞÎNA WAN SERBILIND IN   Ji dema borî heta roja îro kedkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, saziyên wan hatin girtin û hatin kuştin. Bi zehmetiyên curbicur re rû bi rû man. Bi taybet jinên rojnameger di vê pêvajoya dijwar de berdêlên herî giran dane û li dijî zextan sekinîne. Bi vî rengî bûne remza azadiya çapemeniyê. Em bi serhildan û têkoşîna wan serbilind in.    Em rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên herî dawî li Silêmeniyê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, em biryara xwe ya hilgirtina ala wan a têkoşînê dîsa tînin ziman. Wê tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê nikaribe bê sekinandin.    DILDARÊN ÇAPEMENIYA AZAD BERDÊLÊN GELEKÎ GIRAN DANE   Dildarên çapemeniya azad berdêlên gelekî giran dane. Şopdarên heqîqetê carinan di nava çar dîwaran de carinan jî bêyî ku ji mirinê bitirsin rastî nivîsandin. Wêrektiyê, biryardarî û israra ji bo heqîqetê bi dildarên heqîqetê watedar bûn. Bi saya wan û bi saya şopdarên wan têkoşîna heqîqetê bi dawî nebû. Kelecana roja ewil îro jî dewam dike.    EM Ê DEST JI FERASETA XWE YA ÇAPEMENIYA AZAD BERNEDIN   Em wekî rojnamegerên ku kevneşopiya çapemeniya azad diparêzin sozê didin ku em ê tu carî li dijî van hemû êrişan, li dijî van zextana dev ji feraseta xwe ya çapemeniya azad bernedin. Em vê yekê dîsa tînin ziman. Em ê xwedîderketina li têkoşîna bi rûmet a jinên rojnameger û çapemeniya kurd bidomînin, em ê ragihandina rastiyan a ji bo gel dewam bikin.    Parastina azadiya çapemeniyê parastina girtina agahiyên rast a gel e. Em ê bi vê hişmendiyê her tim tev bigerin û em ê dengê kevneşopiya çapemeniya azad bilind bikin û em ê serhildana xwe ya li dijî zextan dewam bikin.   Em bi wateya Çapemeniya azad û şehîdên Çapemeniya Azad, Roja Çapemeniya Azad a kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin, em bi rêzdarî silav dikin.”