‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’ 2024-09-06 11:04:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm êrişên dewleta tirk ên bi SÎHA’yan şermezar kir û got ku sedema êrişan, bêdengiya Iraq û rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ye.    Berdevkê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm der barê êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Herêma Federe ya Kurdistanê û qetilkirina sivîlan daxuyaniyek da. Hekîm, destnîşan kir ku sedema destdirêjiya li hemberî xakê û qetilkirina xelkê sivîl a ji hêla dewleta tirk ve, bêdengiya hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê ye.    Hekîm, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Mixabin bombebaran, wêrankirina gund, navçeyên Herêma Kurdistanê û kuştina welatiyên sivîl a ji aliyê balafir û dronan ve, weke diyardeyek rojane lê tê. Em weke Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê destdirêjî û van sûcên tên kirin, bi tundî şermezar dikin.”