DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê 2024-09-06 11:31:13 ENQERE - Komîsyonên Perwerde, Ked û Zarokan ên DEM Partiyê di sala nû ya perwerdehiyê de diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê. Komîsyonên Perwerde, Ked û Zarokan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî sala nû ya perwerdehiyê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin.    Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan û Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Polîtîkayên Ked û Civakî ya DEM Partiyê berpirsyar Sevtap Akdag di civînê de axivîn.    SEYLAN: EM BI HEZAR FIKARAN DIKEVIN SERDEMEKE NÛ    Seylan a di civînê de ewilî axivî, wiha got: “Em dîsa bi hezar fikar û pirsgirêkan dest bi serdemeke nû ya perwerdehiyê dikin. Û ev dest pêk dike ku sala perwerdehiyê ya 2024-25’an veguherîne xisarê. Ji ber vê yekê em di destpêka axaftinê de dîsa bibêjin: Ev gotin di heman demê de banga me li hemû kesên berpirsyar e ku bi hev re têbikoşin da ku ev sala akademîk nebe saleke windabûnê.”   ‘XIZANIYA ZÊDE DIBE HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI ZAROKAN DIKE’    Seylan, bal kişand ku roja ewil a dibistanê pirsgirêka bingehîn a welat e ku çend zarok wê çenteyê wan bêkemasî û cilên wan tam biçin dibistanê û got: “Destkişandina desthilatê ya ji dibistanên dewletê di serî de amûrên paqijiyê û perwerdehiyê kêmasiyên mezin bi xwe re tîne.”   ‘DI MALZEMEYÊN KIRTASIYEYAN DE HETA JI SEDÎ SEDÊ ZEM’    Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirk (TUÎK) di meha tîrmeha 2024’an de herî zêde perwerde biha bûye û wiha domand: “Bi zemên heta ji sedî sedê yên di malzemeyên kirtasiyeyan de dê çawa çenteyên dibistanan tejî bin? Malbat piştxwar bûne difikirin ku dê van mesrefan çawa bidin. Di nava zarokan de newekheviyeke çînî heye.”   AKDAG: ZAROK ARASTEYÎ MESEM’AN TÊN KIRIN    Akdag a pişt re axivî jî, ev tişt gotin: “Di bin navê heqê qeydan de pere tên stendin. Li dibistanên dewletê yên eleqe lê zêde ye heqê qeydan heta 100-200 hezaran diçe. Ev feraset hemû lêçûnên dibistanan li malbatan bar dike. Di vî warî de Wezareta Perwerdehiyê pêşiyê li liseyên vekirî bi temamî vedike. Her çiqas weke sedem ‘qutbûna xwendekaran a ji perwerde’ bê nîşandan jî sedemê bingehîn ew e ku xwendekarên neçar dimînin ji perwerdehiyê qut dibin û dixebitin arasteyî MESEM’an tên kirin.”    ‘JI HER ÇAR ZAROKAN YEK BIRÇÎ DIÇE DIBISTANÊ’    Akdag, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava xizaniyeke zêde de ne û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê ji her pênc zarokan yek nikare xwe bigihîne xwarineke têrker. Ji her 4 zarokan yek jî birçî diçe dibistanê.” Akdag, diyar kir ku çûyîna zarokan a dibistanan a bi awayekî birçî nîşan dide ku desthilat di nava luksê de dijî.    Akdag axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê; Ji ber ku em dest bi sala akademîk a 2024-2025 'an dikin; Em ne tenê berpirsyariyên wan careke din tînin bîra hikûmetê û hemû partiyên siyasî. Di heman demê de em bang li hemû pêkhateyên perwerdeyê, dê û bav, sendîkayên perwerdeyê û hemû kedkarên perwerdeyê dikin ku bi hev re têkoşîna ji bo sîstemeke wekhev û azad a perwerdeyê xurt bikin.”