DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî 2024-09-06 11:41:24 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî Komkujiya 6-7'ê Îlonê daxuyaniyek da û got: "Komkujiya 6-7’ê Îlonê, ne tenê nîşaneya êrîşên fîzîkî ye her wiha nîşaneya pêvajoya bêmilkkirin û guherandina sermayeyê ye." Hevberdevkên Komîsyona Bawerî û Gelan ên DEM Partiyê Yuksel Mûtlû û Mahfuz Guleryuz di salvegera Komkujiya 6-7’ê Îlonê de daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: "Komkujiya 6-7’ê Îlonê ya 69 salan beriya niha ya li dijî welatiyên Rûm, Ermen, Suryanî û Cihû yên li welatê me dijîn, ne tenê nîşaneya êrîşên fîzîkî yên li dijî van gelan e di hema demê de  nîşaneya pêvajoya bêmilkkirin û guherandina sermayeyê ye jî."    DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di Komkujiya 6-7’ê Îlonê de bi dehan kes hatine qetilkirin, bi sedan jin li rastî tecawizê hetine û bi hezaran welatî jî ji ber zext û gefan neçar mane ku terka welat bikin û wiha hat gotin: "Piştî 69 salên derbasbûyî hê jî bi Komkujiya 6-7’ê Îlonê re rûbirûneke rastîn pêk nehatiye û ji aliyê dewletê ve şermazarkirinek jî nehatiye kirin. Rûbirûbûna bi Komkujiya 6-7’ê Îlonê re ne tenê biranîna paşerojê ye, di hema demê de ji bo dabînkirina aşitî û wekheviyê jî hewce ye. Divê failên vê bûyera rûreş werin eşkerekirin û zirarên mexdûran yên madî û manewî werin tezmînkirin. Em weke DEM Partiyê em ê li gel gelên dêrîn ên vê erdnigariyê wekheviya hemwelatîbûnê biparêzin û bi israr vê têkoşîna xwe berdewam bikim."