Li Efrînê 4 welatî hatin revandin 2024-09-06 12:17:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandine.   Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye sûcên li dijî hemû zindiyan berdewam dikin û her roj hin welatiyên din tên revandin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku endamên îstîxbarata dewleta tirk (MÎT) û komên paramîlîter ên pê re roja çarşemê (4’ê Îlonê) li gundê Dêr Belût ê bajarê Cindirêsê yê Efrînê bi ser malan de girtine.    Li gorî rêxistinê endamên MÎT’ê û komên paramîlîter di serdegirtinan de welatiyên bi navên Ehmed Mihemed Nûr Hebeş (47), Mistefa Tahîr Ebdo (45), Omer Ehmed Henan (25) revandin û birin cihekî nediyar.   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "Polîsên leşkerî"  welatiyê bi navê Selah Ehmed (50) ê ji gundê Sêmala yê bajarê Racoyê jî revand. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan Selah Ehmed sewqî girtîgeha Marata ya li bajarê Efrînê kir.