Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin 2024-09-06 12:18:05   ARTVÎN - Atolyeya depan a Muhammet Ustabaş ê li Borçkayê Reşît Kîbar qetil kiribû ji hêla ciwanên Hopayê ve hate şewitandin.    Kesê bi navê Muhammet Ustabaş li herêma Cankurtaranê ya girêdayî navçeya Borçka ya Artvînê bi çekan êrişî welatiyên hewl didan rê li ber birîna daran bigirin kiribû. Di êrişê de Reşît Kîbar hate qetilkirin. Atoleyaya depan a keke Ustabaş hate şewitandin. Atolye, li gundê Çavuşlu yê Hopayê bû û di 4’ê îlonê de fealiyetên wê hatibû sekinandin. Ji bo valakirina wê jî dem hatibû dayin.    Atolyeya kekê Ustabaş, şevê din ji hêla ciwanên Hopayê ve hate şewitandin û di dema şewitandinê de dirûşmên “Reşît Kîbar nemir e” hate berzkirin.