CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e 2024-09-06 12:24:10 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê diyar kir ku zimanê nijadperestî yê MHP'ê li nava civakê belav bûye û CHP di hin mijaran de ji AKP'ê paşdetir maye, êrişên nijadperest ên li dijî kurdan nake rojeva xwe.  Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, tundiya nijadperestî ya li dijî kurdan û penaberan ên di demên dawî de zêde bûne nirxand û got ku Tirkiye xwedî nasnameyên etnîkî û baweriyê yên gelekî dewlemend e, lê îdeolojiya fermî ya li dijî vê dewlemendiyê li ser nasnameya tirk-sunnî hatiye afirandin. Keskîn anî ziman ku ji ber vê sedemê nasnameyên din tên paşguhkirin û asîmîlekirin û got ku yê li hemberî vê yekê têdikoşe gelê kurd e.    Keskîn bal kişand ser rola MHP'ê ya di zêdekirina nijadperestiya li Tirkiyeyê de û diyar kir ku MHP'ê AKP'ê dîl girtiye û got: "MHP'ê li ser siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê bi temamî serwer kir. Zimanê MHP'ê yê nijadperest û biyanî, li tevahiya civakê belav bûye. Jixwe tundî tiştekî bi vî rengî ye, yanî dema em behsa tundiya li ser jinê dikin, em behsa vê yekê dikin."   Keskîn zêdebûna tundiya nijadperestî ku wekî "Bi taybetî di sala dawî de tu dibêjî qey destekî veşartî pêl bişkokê kiriye nirxand û got: "Pêkanîna nijadperestiyê gelekî zêde ye. Ya yekem bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Helbet li hemberî vê yekê polîtîkaya tirs û ewlehiyê heye û hêzên fermî jî vê zimanê nefretê bi kar tînin."   Keskîn diyar kir ku di geşkirina nefreta nijadperestiyê de medyaya dîjîtal xwedî pareke mezin e û got ku li hemberî vê yekê tu cezayên qanûnî nehatine sepandin û ji ber ku ew jî bûye hedefa vê nefreta nijadperest, parvekirina medyaya sanal sînordar kiriye.    Keskîn diyar kir ku pergalê rê li ber pêkanînên nijadperestiyê vekiriye û kiryaran bi awayekî azad berdewam dikin û bal kişand ser lêpirsîn û binçavkirina kesên ku li ber muzîka kurdî govendên digirin. Keskîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Helbet ji ber ku ne tenê bikaranîna kurdî ya li vir, her wiha ji ber ku di wê muzîkê de gotinên piştgiriya tevgera kurd jî hene wekî hincet tên nîşandan. Piştgiriyeke zêde ya medyaya sanal jî digirin. Ev yek, li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê ew îmze kiriye. Lê mixabin nayê astengkirin."   'TIRKIYE ÇIMA LI SÛRIYEYÊ YE?'   Keskîn diyar kir ku zimanê MHP'ê destekê dide van êrişan, kîneke mezin li hemberî penaberan tê rêxistinkirin û wiha got: "Ji dêvla pirsa 'Penaber çima li vir in?' bê kirin, divê pirsa 'Tirkiye çima li Sûriyeyê ye' bê kirin.'"    Keskîn bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo komên paramîlîter ên cîhadîst ên ku wekî gefekê tên dîtin û wiha got: "Niha Tirkiye bi dayîna pereyan dide rêxistinên cîhadî. Em van wekî talûkeyeke mezin dihesibînin."    'CHP DI WARÊ MESELEYA KURD DE LI PAŞ AKP'Ê YE'   Keskîn xemsariya CHP'ê ya li hemberî êrişên nîjadperest jî rexne kir û anî ziman ku CHP'ê di hin mijaran de û di mijara pirsgirêka kurd de ji pozîsyona AKP'ê paşvetir e. Keskîn di berdewamiya rexneyên xwe yên li hemberî CHP'ê de wiha got: "Pirsgirêka me ya sereke ew e ku li vê erdnîgariyê desthilatdarî û muxalefet di mijarên bingehîn de gelekî dişibin hev. Wek partiya damezrîner CHP, partiya îdeolojiya damezrîner e. CHP, wek hev bmzî mexdûriyetan nabe. Mînak, di pêvajoya bi navê 'Pêvajoya Aştiyê' de, divê CHP'ê ji AKP'ê bipirse: 'Çima ev pêvajo bi serneket?' Lê ji dêvla vê dibêje, 'Çima tu bi terorîstan re li ser maseyê rûniştî.' Yanî muxalefeta sereke ne li cihekî rast e. Rêxistinbûyîneke wê ya li dijî nijadperestiyê tune ye."