Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin 2024-09-06 13:23:57 DÎLOK - Bozan Aslan li Dîlokê 10 metre dûrî navendek tibê ya taybet krîza dil lêda û vê navendê gotiye, “Divê ewilî pere bide nexweşxaneyê” û wî  terkî mirinê kiriye. Malbatê der barê navenda tibê de gilî kir.  Li taxa Belkis a navçeya Şehîtkamîla Dîlokê welatiyê bi navê Bozan Aslan dema li marketekê danûstandinê dikir, krîza dil lêda û ket erdê û serê wî li erdê ket û di nav xwînê de ma. Xebatkarên marketê hawarê bi navendek tibê ya taybet (Navenda Tibê ya Vita Line ya  Taybet” ku 10 metre dûrî markete bû gihandin. Xebatkarên marketê îdia kirin ku doktor û hemşîreyên navenda tibê ji wan re gotine, “ew der derveyî qada erka me ye, em nikarin bibin alîkar.” Tevî du caran jî hawar bi navenda tibê hatiye gihandin lê li hawarê neçûne û nebûne alîkar. Li ser vê yekê Aslan bi ambûlansa hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Bossan a 2 kîlometre dûr. Aslan tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Bariş Aslan dîmenê bûyera navborî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal belav kir û da zanîn ku xebatkarên navenda tibî ji ber ku mudaxileyî bavê wî nekirine jiyana xwe ji dest daye. Aslan diyar kir ku ew navenda tibê ne nexweşxane ye bazirganexane ye û ji ber xemsariya navenda tibê bavê wî miriye.    Aslan têkildarî mirina bavê xwe serî li qereqola polîsan da û giliyê navenda tibê kir. Di girteka polîsan a der barê bûyerê de wiha hat gotin, “Navenda tibê jî nexweşxane ye. Divê meriv taybet bigere û gazî wan bike. Divê ewilî pere bidin nexweşxaneyê.”    Aslan ê jiyana xwe ji dest da dê îro li Goristana Yeşîlkentê bê veşartin.