Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû 2024-09-06 15:35:41   ŞIRNEX - Li Cizîrê zaroka 5 salî ku wesayîtek lê qelibî bi giranî birîndar bû.   Li taxa Çemkûrkê navçeya Cizîra Şirnexê wesayîtek li zarokeka 5 salî qelibî. Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû. Piştre tîmên 112 ên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Zarok li nexweşxaneyê tê dermankirin.