Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin 2024-09-06 15:36:04 MÊRDÎN - Der barê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de li ser beyanên şahidê “veşarî” ku berê li ser rojnamevanên li Enqereyê jî îfade dabû lêpirsîn hat destpêkirin.  Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de lêpirsînek nû hat destpêkirin. Şahidê “veşarî” ê bi navê "K8Ç4B3L1T5" ku li ser rojnamevanên li Enqereyê îfade dabû û di 25’ê cotmeha 2022’yan de hatibûn binçavkirin û girtin û der barê wan de doz hatibû destpêkirin, ev lêpirsîn ango doz hincet hat nîşandan û der barê Ahmet Kanbal de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di sala 2022’yan de hatiye destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara “bê erkiyê” daye û dosyeyê şandiye Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê.    Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê di çarçoveya vê lêpirsîna hatiye destpêkirin de gazî Kanbal kir. Rojnamevan Ahmet Kanbal û parêzerê xwe Erdal Kuzu bi hev re çûn midûriyeta polîsan û îfade da. Kanbal diyar kir ku beyanên “şahidê veşarî” li dijî qanûnê ne û ew van beyanan qebûl nake. Kanbal piştî îfade da li gel parêzerê xwe ji midûriyetê veqetiyan.