Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin 2024-09-06 20:24:00   AMED - Xebatên lêgerîna zaroka bi navê Narîn Guran ya ku 17 roj in windaye didomin. Mînakên nû yên DNA'yên yên ji wesayîta apê Narînê Salîm Guran hatibûn girtin bi DNA’ya ji cilên Narînê hatibûn girtin re li hev derketin.   Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî a navçeya Baglar a Amedê winda bû û ji wê rojê de xebatên lêgerînê didomin. Apê Narînê, Salîm Guran di 2’ê îlonê de hat binçavkirin û bi hinceta ku di wesayîta wî de DNA ya aydê Narînê hatiye dîtin ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna didome de hat hînbûn ku mînakên DNA’yê yên nû yên di wesayîta Salîm Guran de bi yên Narînê re li hev dertên. Li gorî nûçeya Mûnzûr Pressê di qoltixa peşî ya wesayîtê ku şandibûn Laboratuvara Krîmînal a Cendermreyan a Wanê, mînakên DNA’yê yên nû hatine dîtin. Ev mînak bi cilên Narînê re li hev derketin.    Narîn 17 roj in windaye û dder barê wê de tu şop nehatine dîtin. Xebatên lêgerînê li gundê Egertutmazê didomin.