ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-07 09:00:04   * Di êrişên Tirkiyeyê de yên li ser Herêma Kurdistana Federe de, di nava 8 mehan de herî kêm 22 kes hatin qetilkirin. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî PDK der barê van êrişan de tu daxuyanî nedane.   * Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku ji ber "poşmanîtiya" lê hat ferz kirin qebûl nekir û berdana wî 5 caran hatiye taloqkirin, di 2'yê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir. Îşçî têkildarî çalakiya xwe ji ÎHD'ê re nameyek nivîsand û di nameyê de diyar kir ku heya daxwazên wî bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomîne.    * Civaknas Azad Bariş destnîşan kir ku wê bi "peymana ewlehiyê" ya di navbera Bexda û Enqereyê de hemû destkeftiyên kurdan hedef bên girtin û got: "Di vê de roleke mezin a PDK'ê jî heye."    * Ekonomîsta Arjantînî Beverly Ann Keene ku têkiliya di navbera pêvajoya şer û krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê de nirxand, wiha got: “Tirkiye piraniya çavkaniyên xwe yên budçeyê di şerê li dijî kurdan de xerc dike.”   * Hevserokê GOÇÎZDER'ê Huseyîn Kiliç û parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk diyar kirin ku biryara sekinandina malên komeleyê li derveyî hiqûqê ye û gotin ku biryar bi saîqên siyasî hatiye dayin, lê ew ê xebatên xwe bidomînin."    * Girtiya nexweş a giran Şîvekar Ataş a tevî nexweşiyên xwe nayê berdan, bi hinceta cezayê disîplînê, xistin hucreya yekkesî de.    * Li Îdira ku amadehiyên zivistanê dest pê kirine, welatî bala xwe didin sotemeniya xwezî û alternatîf a sergûnan. Welatî diyar kirin ku ew ji ber bihayê zêde, nekarîn sergûnan jî bistînin.    * Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Ûmût Dogrûer anî ziman ku ew tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin derveyî mirovahiyê dibînin û wiha got: “Armanca me bi têkoşîna herêmî û giştî têkoşîna tecrîdê ye.”    * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Wanê sempozyuma “Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê” bê lidarxistin. (10.00) ZINDΠ   * Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê dê di hefteya 1015’emîn de berdewam bike. (12.00)    * Li Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiyên malbatên windakiriyan berdewam bike. (11.00-12.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Meclisê dê di roja 17’emîn de berdewam bike. (13.00-17.00)    * Têkildarî girtiyên nexweş dê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyaniyên heftane bên dayîn. (13.30)    * Jin Bi Hev Re Hêz in, dê ji bo Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bûye li ber Îskeleya Keştiyan a Uskudarê ya li Emînonuya Stenbolê daxuyaniyê bidin. (16.00)