Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê 2024-09-07 09:00:18 AMED - Girtiya nexweş a giran Şîvekar Ataş a tevî nexweşiyên xwe nayê berdan, bi hinceta cezayê disîplînê, xistin hucreya yekkesî de.  Şîvekar Ataş a di nav lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, tevî gelek nexweşiyên xwe nayê berdan. Ataş di sala 2016’an de dema li Amedê xwendekar bû derbasî Mûşê bû û hate girtin. Ataş di doza lê hatiye darizandin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 15 sal ceza lê hate birîn. Ataş bi dorê li girtîgehên Enqere û Mêrsînê hate ragirtin û niha li Girtîgeha Bakirkoyê ya jinan tê girtin. Nexweşiyên dil, kîsa malzarokê, tansiyona bilind û fitiqê hene jî nayê berdan. Ataş herî dawî ji bi hinceta cezayê disîplînê yê jê re hatiye birîn, di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    GIRTIYA NEXWEŞ XISTIN HUCREYA YEKKESÎ DE   Ataş di 28’ê tebaxê de di girtîgeha lê tê ragirtin de, bi malbata xwe re derket hevdîtina vekirî. Ataş bi riya telefonê, malbata xwe geriya û anî ziman ku ji ber telefona wê di 4’ê îlonê de malbatê re vekiriye, cezayê disîplînê lê hate birîn û diyar kir wê xistine di hucreya yekkesî de. Li Ataş a di Girtîgeha Bakirkoyê de tê ragirtin re heya niha 6 caran cezayê hucreyê hatiye birîn. Ataş dê ji ber cezayê herî dawî jê hatiye birîn, 11 rojan di hucreya yekkesî de bimîne.    Dayika Ataşê Rabia Ataş anî ziman ku keça wê ji roja hatiye girtin heya niha gelek caran bi binpêkirina mafan re rû bi rû maye. Dayik Ataş destnîşan kir ku ew di lêgerîna girtîgehê ya ji bo hevdîtina vekirî çûne de rastî lêgerîna tazî hatine û ev tişt gotin: “Berî niha ji ber çirandina doşek û mitêlan; bi hinceta gotina stranên kurdî, cezayê hucreyê lê hatiye birîn.   ‘JI TECRÎDÊ DÛR NÎN E’   Dayik Ataş bi bîr xist ku dema ew bi keça xwe re hevdîtinê kiriye, gardiyanan bi ser maseyê axaftinên wan guhdar kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku em hemberî vê yekê derdikevin destûrê nadin ku em zarokên xwe bibînin. Min ji gardiyanan re wiha got, ‘Ma qet hûn şerm nakin, lêgerîna tazî li me ferz dikin’. Ew jî gefa derxistina derve li me xwarin. Divê tu kes van sepanan qebûl neke.”     Dayik Ataş da zanîn ku dê nexweşiyên keça wê di hucreya yekkesî de zêde bibin û bi bîr xist ku ev sepanên keyfî tên lidarxistin ji polîtîkayên ewlehiyê yên li dijî pirsgirêka kurd tên meşandin û tecrîdê dûr nîn in. Ataş gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev 40 sal in ev doz didome. 100 sal jî derbas bibin dê bidome. Ji birêz Abdullah Ocalan ev 42 meh in tu agahî nayên girtin. Heke tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan rabe, dê tecrîda ser zarokên me jî rabe. Dê wê demê aştî were. Bi qasî ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes nikare behsa aştiyê bike. Divê ji bo rakirina tecrîdê her kesek destê xwe têxe bin kevir.”