ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN 2024-09-08 09:00:13   * Abdulrahman Cemşî yê ermen ku 60 sal in li Pasûr a Amedê hesinkariyê dike, bibiryar e ku bi rêya zarokên xwe pîşeya xwe bide jiyandin.    * Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter ku di nava Helwdana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê de ye, bilêv kir ku ji bo şikandina tecrîdê pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye û got ku armanca wan a sereke jî ew e ku têkoşînê li nava civakê belav bikin.    * Li Hewagê bi payîzê re wextê ser mehseran dest pê kir. Sîtilên ku berê li nava gund dihatin danîn, niha ji ber krîzê û kêbûna tirî li hewşên malan tên danîn.    * Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlut Aykoç anî ziman ku israra Tirkiyeyê ya di şer de zirarê dide gelan û got ku divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê bigire.    * M. Emîn Çam ê aliyê wî yê çepê felcî bûye, bi hinceta ku govend gerandiye 15 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Keça wî Şîmel Çamê bertek nîşan da û got: "Min ji bavê xwe pirsî 'Qey te govend gerand?' Wî jî aliyê xwe yê felcî nîşan da û got, 'Ma ez ê bi vî halê xwe govendê bigerînim?'"   * Welatiyên gundê Arqetînê yê Pasûrê dixwazin rêyên gundên wan bên çêkirin.   * Berdevkê Ragihandinê yê KON-MED’ê yê Almanyayê Mazlum Karagoz diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dê li 50 navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Tecrîd, bi xwe re şer û neçareseriyê tîne.”   * Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dê di komxebata “Azadî bi xwe birêxistinkirinê dest pê dike” ya li Amedê de biaxivin. (10.00) ZINDÎ   * Sempozyuma “Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê” ya DEM Partî li Wanê li dar dixe dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-18.00)    * Li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşlî ya Stenbolê dê panela “Şer, xizanî û çareseriya demokratîk” were lidarxistin. (11.30-18.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê di roja 18’an de bidome. (13.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di çarçoveya “Hevdîtinên ked û edaletê” de li Tekîrdagê bi nûnerên sendîka û rêxistinên civaka sivîl re bicive. (14.00) ZINDÎ   * MED-DER a ku xebatên xwe li Amedê dimeşîne dê bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê daxuyaniyê bide. (15.00)