Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin 2024-09-08 09:09:34 AMED - Welatiyên gundê Arqetînê yê Pasûrê dixwazin rêyên gundên wan bên çêkirin.  Welatiyên gundê Arqetîn ê navçeya Pasûr a Amedê bi sala ye li benda çareserkirina pirsgirêka rêya xwe ne. Şêniyên gund ji bo çêkirina rêya teng û bêserûber were çêkirin, ev 8 sal in serî li rêveberiya şaredariya di destê qeyûm de didin. Lê tevî hemû hewldanan jî pirsgirêka wan nehat çareserkirin.    Ji şêniyên gund Zubeyde Memîş (70) xwest rêya wan were çêkirin. Memîş, wiha got: “Qeyûman tu xizmetek ji me re nekirin. Beriya niha me gelek caran daxwaza çêkirina rêya xwe kir lê ji me re gotin; ‘Hûn terorîst in, em rêyên we çênakin.’ Lê dema ji bo hilbijartinê 15 roj mayin AKP hate vê derê û got; ‘Em ê rêya we çêkin.’ Niha partiya me hatiye û em hêvî dikin ku rêya me çêkin.”    'HÊVIYA ME ŞAREDARIYA ME YE’   Remziye Akyol (70) jî diyar kir ku ji ber rêya wan teng e, ambulans û komên agirkujiyê nikarin bên gundê wan. Akyol, wiha domand: “3 zarokên min ên astengdar hene. Êdî tekane hêviya me, şaredariya me ye. Nexwe çi hêviya me ji partiyên din nîne.”    Raziye Adiyaman (65) jî anî ziman ku tekane daxwaza wan çêkirina rêya wan e û wiha pê de çû: “Ji ber ku rêya gundê me xerab e, tekerên wesayîtên tên gund diperitin. Em perîşe bûn. Par li devera goristanê şewat derket. Lê ji ber ku rê teng bû, wesayîtên agirkujiyê nekarîn bên û şewatê vemirînin. Partiya me jî şaredarî bi gelek deynan ji qeyûm stand. Niha hêdî hêdî dest bi xebatê kirin.”    ‘ME NEXWEŞÊN XWE BI PIŞTA XWE BIRIN’   Têkildarî mijarê Mahmût Memîş (74) jî daxuyand ku wan ji qeymeqam xwestiye ku rêya wan were çêkirin û wiha got: “Ji me re gotin ‘Hûn terorîst in, em rêya we çênakin.’ Birayê min par nexweş bû û ambulansê nekarî bê gund. Lewma me birayê xwe bi piştê bir nexweşxaneyê. Her wiha wesayît naçe cem malên me lewma em tiştên weke ard, rûn û hwd. bi piştê dibin malê.”    Rayedarên şaredariya di destê DEM Partiyê de gotin ku xebatên wan ên çêkirina rêya gund berdewam in û dê ji bo rêya wan betonê bi kar bînin. Rayedarên şaredariyê anîn ziman ku dê sala pêş jî xebatên qîrkirinê bidin destpêkirin.