Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin 2024-09-08 09:28:58 AMED - Berdevkê Ragihandinê yê KON-MED’ê yê Almanyayê Mazlum Karagoz diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dê li 50 navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Tecrîd, bi xwe re şer û neçareseriyê tîne.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 42 meh in tu agahî jê nayên girtin. Bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” re ku kurdan û dostên wan dabûn destpêkirin, êdî mijara tecrîdê veguherî mijareke navneteweyî. Li gelek welatan çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatin lidarxistin, paradîgmaya Abdullah Ocalan li zanîngeh û kolanan ji hêla gelan ve hate nîqaşkirin. Bi boneya salvegera kampanyayê dê li 50 navendên Ewropayê çalakiyên domdar bên lidarxistin.    Berdevkê Ragihandinê yê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) yê Almanyayê Mazlum Karagoz têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêngava dane destpêkirin axivî.    ‘TECRÎDÊ BI XWE RE NEÇARESERÎ ANÎ’   Karagoz, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girava Îmraliyê dîlgirtî ye û polîtîkaya tecrîdê ya 25 salan di nava 3 salan de veguheriye “îzolasyona mutleq.” Karagoz, wiha domand: “Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mînakeke vê tecrîd û îşkenceyê li cîhanê tune ye. Ji ber polîtîkaya tecrîdê, di pirsgirêka kurd de serî li polîtîkayên ewlekariyê didin. Li gel mafên siyasî û çandî, her wiha înkarkirina bi milyonan kurdan heye. Tecrîd, bi xwe re şer, xizanî û neçareseriyê tîne.”    Bi domdarî Karagoz destnîşan kir ku weke kurdên li Ewropayê dijîn ew dixwazin têkoşîna li Kurdistanê bo gelên Ewropayê vebêjin û polîtîkayên durûtiyê yên welatên ewropî teşhîr bikin. Karagoz, wiha pê de çû: “Welatên ewropî bi temamî raporên Tirkiyeyê esas digirin û ji hêla siyasî, hiqûqî û leşkerî ve piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Em jî li dijî vê polîtîkayê têdikoşin. Bi sala ye tecrîd heye û li dijî tecrîda mutleq bêdengiyek pêş ketiye.”    Karagoz, da zanîn ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengtiya dostên xwe yên enternasyonalîst li dijî tecrîdê gavek dane destpêkirin û bi sedhezaran kes tev li bûne. Karagoz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de hêrsek birêxistin bû. Çalakiyên me di tevahiya salê de domiyan. Di rojên weke 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 15’ê Tebaxê de polîtîkaya tecrîdê hate teşhîrkirin. Herî dawî di 1’ê Îlonê de li gelek navendan me Konferansa Aştiyê li dar xist.”    PLANA ÇALAKIYAN A COTMEHÊ   Karagoz, got ku dê di navbera 1-12’ê cotmehê de li gelek deverên Ewropayê çalakiyan li dar bixin û ev tişt anî ziman: “Bi çalakiyên me re hejmara dostên kurdan roj bi roj zêdertir dibe. Sûcên şer ên Tirkiyeyê bi eşkereyî tên dîtin. Lê belê dîtina van sûcan bi tena serê xwe têr nake. Bala me bi temamî li ser rakirina tecrîdê ye. Dê li 50 navendên cuda çalakiyên xwendinê, pirtûkxaneya Ocalan, konferans û daxuyanî bên lidarxistin. Em ê di 21’ê îlonê de li Frankfurtê Mîhrîcana Kurd li dar bxin. Em ê li vir êrişên li dijî çanda kurdan şermezar bikin lê dê rojeva me ya esasî tecrîd be.”    ‘HER ROJ HEJMAREKE ZÊDETIR A MIROVAN TEV LI TÊKOŞÎNÊ DIBIN’    Karagoz, anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li dijî krîza pergala kapîtalîst alternatîfeke û wiha dom kir: “Ev ne tenê ji bo kurdan, li her devera cîhanê mirov li dijî tecrîdê piştgiriyê dide gelê kurd. Paradîgmaya birêz Ocalan, bi têkoşîna gelê kurd a li dijî DAIŞ’ê re li seranserî cîhanê bal kişand ser xwe. Gelek mirovan dest bi xwendina birêz Ocalan kir. Lewma li seranserî cîhanê li dijî tecrîdê hêrsek heye. Her ku diçe hejmara kesên tev li têkoşînê dibin zêdetir dibe.”    Karagoz, bi lêv kir ku rakirina tecrîdê ne tenê ji bo gelê kurd lê dê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bibe hêviyek. Karagoz, axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek di serî de li Kurdistanê, dê li seranserî cîhanê hêviya çareseriyê biafirîne. Derhiqûqtî, krîza aborî û rizîbûna civakî êdî derketiye lûtkeyê. Bi rakirina tecrîdê re dê di gelek qadan de çareserî pêş bikeve. Lewma divê tavilê tecrîd were rakirin û ji bo aştiyeke birûmet a li ser esasên demokratîk gav bên avêtin.”    MA / Delal Akyuz