Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye 2024-09-08 09:56:54   AMED - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter ku di nava Helwdana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê de ye, bilêv kir ku ji bo şikandina tecrîdê pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye û got ku armanca wan a sereke jî ew e ku têkoşînê li nava civakê belav bikin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 42 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî tecrîda li Îmraliyê ku rengevdaa neçareserkirina pirsgirêka kurd e, ji Kurdistan û Tirkiyeyê komeke rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan, Înîsiyatîfa Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ava kirin. Înîsyatîfê di 5'Ê Tebaxê de bi deklarasyonekê avakirina xwe ragihand û got ku ew ê li dijî tecrîdê bitêkoşin.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter ku di Înîsiyatîfa Edaleta ya Li Dijî Tecrîdê de cih digire, der barê tecrîdê û însiyatîfa ku ava kirine de axivî.    Yeterê anî ziman ku tecrîd bandorê li tevahiya civakê dike û got ku Girtîgeha Îmraliyê bûye cihê ku rêgezên qanûnî û xebatên hiqûqî tên rawestandin û nayên pêkanîn. Yeterê bal kişand ser vê yekê ku hiqûqa heyî jî piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin êdî nehatiye pêkanîn.    ÇIMA PÊDIVÎ BI ÎNÎSYATÎFEKE WIHA ÇÊBÛ?   Yeterê anî ziman ku di demeke wiha de ku tecrîd ew qas giran bûye û pîvanên hiqûqa pozîtîf nayên pêkanînin û her diçe hemû bandorê li qadên jiyanê dike, ne pêkan e mirov li hemberî wê xwe li bêdengiyê deyne. Yeterê destnîşan kir ku tecrîd li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser zemîneke rast nayê nîqaşkirin û ji ber vê yekê pêdivî bi avakirina înîsyatîfeke wiha dîtine. Yeterê bilêv kir ku gelek derdor li dijî tecrîdê têdikoşin lê dîsa jî tecrîd neşikiyaye û got ku pêdivî bi berfirehkirina rêbazên têkoşînê heye.   Yeterê diyar kir ku armanca wan ew e ku wekî înîsiyatîfê raya giştî di vî warî de serwext bikin û wiha got: "Em dixwazin bibêjin ku 'Hûn îro di van şert û mercan de dijîn, lê sedema sereke tecrîd e.'"   Yeterê da zanîn ku ji bo gel piştgiriyê bide înîsyatîfê wê bixebitin û di vî warî de li benda piştgiriya her kesî ne. Yeterê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewldaneke me û kedeke me heye, lê têr nake. Ji bo ev pirsgirêk hemû bên çareserkirin divê têkoşîn li nava civakê belav bibe û civak daxilî navê bibe."    MA/ Rûkiye Adiguzel