Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire 2024-09-08 10:02:56   STENBOL - Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlut Aykoç anî ziman ku israra Tirkiyeyê ya di şer de zirarê dide gelan û got ku divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê bigire.    Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe yên bi hevkariya PDK’ê didomin. Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Herêma Marmarayê Mewlûd Aykoç êrişên bi hevkariya PDK'ê didomin nirxandin.   Aykoç diyar kir ku di pêvajoyên berê de jî êrişên bi vî rengî hatibûn kirin, lê Tirkiye negihaştiye armanca xwe. Aykoç got: “Êrişên vê carê jî bi polîtîkayên neo-Osmanî, ango polîtîkayên dagirkeriyê dewam dikin. Li herêmê gelek gund tên valakirin, gelek gund tên bombekirin. Ev êruş gihaştine asta herî xeternak."   ‘MALBATA BARZANÎ GEL DIKE QURBAN'     Aykoç destnîşan kir ku PDK'a ku nikare li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide, "hevkar" û "xiyanetker" e û got: "Malbata Barzanî ji roja ku bi PDK'ê re dest bi siyasetê kiriye ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Di vê qonaxê de endamên DAIŞ'ê li Herêma Kurdistana Federe hatin bicihkirin. PDK di dîrokê de nasnameya hevkariyê hilgirtiye, her tim berjewendiyên xwe li ber çavan girtiye û heta radeyekê hemû destkeftiyên kurdan kiriye qurban û wê bike jî. Pevçûna di nava kurdan de wê zirarê bide têkoşîna kurdan. Nayê qebûlkirin ku partî ji bo berjewendiya xwe miletekî bike qurban."   ‘ABORÎ JI BER ŞER RÛXIYA'   Aykoç anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer welat di krîzeke aborî ya giran de ye û got: “Şer her tim bi xwe re ranetkê û tunekirinekê tîne. Bi taybetî dema mirov li çekên ku di vî şerî de tên bikaranîn dinêre, îmzeyên welatên ku li cîhanê desthilatdar in hene. Ev tê wê wateyê ku ne tenê ev welat, hêzên emperyalîst jî dixwazin ev şer berdewam bike. Tirkiye ji ber polîtîkayên şer ketiye nava tengasiyeke aborî. Ev bêserûberiya aboriyê gihaştiye asteke wiha ku dikare hikûmetê jî bi xwe re bibe."   Aykoç bal kişand ser pêvajoya “diyalogê” ya bi Abdullah Ocalan re ku di navbera salên 2013-2015’an de çêbû û got: “Di vê pêvajoyê de bi rastî bêhan gel derket. Di warê aborî û siyasî de jî perspektîfeke berfireh ava bû. Desthilatê ne aştî, pêvajoya şer ji xwe re guncav dît. Her ku tecrîda li Îmraliyê giran dibe, şer kûrtir dibe. Lê em bawer dikin ku wê rewş wiha nedome."    MUXALEFETA SEREKE   Aykoç bal kişand ser wê yekê ku CHP ya ku di dema pêş de armanca wê detshilatdarî ye, divê înîsyatîfê bigire û di polîtîkayên xwe yên heyî de zelal bibe. Aykoç wiha domand: "Eger pirsgirêkên heyî bi taybetî pirsgirêka şer, gel eleqedar bike, hem û partiyên muxalefetê jî eleqedar dike. Ji ber ku partiya sereke ya muxalefetê îdia dike ku ger sibe hilbijartinên pêşwext çêbibin dê desthilatdariyê bi dest bixe. Ji ber vê yekê divê li ser pirsgirêka kurd a ku Tirkiyeyê wêran dike, di hin polîtîkayan de zelal bibe."    Aykoç îşaret bi girîngiya aştiya civakî kir û got ku divê ji her wextê bêtir dengê aştiyê bilind bibe. Aykoç got: “Ji dîrokê heta niha aştiyê zirar nedaye kesî. Ji bo aştiyê her tim bingehek heye. Em bi zelalî dibînin ku şer dibe sedema windakirina civakê. Ji ber vê sedemê pêwîst e her beşên civakê ji her demê zêdetir daxwaza aştiyê bikin.”