Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome 2024-09-08 10:11:13 ŞIRNEX - Ji şahidên demê Faysal Sariyildiz pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Cizîrê vegot ku bi ser re 9 sal derbas bûne û wiha got: “Di nava 50 salên dawî de êşên giran hatin jiyîn. Bedelên giran hatin dayin. Lê dîsa jî têkoşîna gel didome.”  Di 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragihandin û heta 12’ê îlonê berdewam kir. Bi ser qedexeyê re 9 sal derbas bûn. Piştî qedexeyê, navçe ji hêla leşker û polîsan ve hate dorpêçkirin û di êrişên 9 rojan de pitikê 35 rojî Muhammed Tahir Yaramuş û Îbrahîm Çîçek ê 80 salî jî di nav de 21 kes hatin qetilkirin. Bi qedexeyan re li navçeyê ceyran, telefon û înternet hatin birîn. Heta depoyên avê yên li ser banên malan jî hedef hatin girtin. Piştî qedexeyan, rêxistinên civaka sivîl rapor amade kirin û gotin ku piraniya mirinan ji ber astengkirina ambulansan çêbûne.    21 KES HATIN QETILKIRIN   Navên kesên hatin qetilkirin wiha ne: “Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Hetban Bulbul (65), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahir Yaramiş (35 rojî), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayît Nayîcî (17), Selman Agar (10), Bunyamîn Îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70).”   NECEZAKIRINA FAÎLAN   Tevî mirin û binpêkirinên giran ên li navçeyê jî piraniya lêpirsînan bi neşopandinê biencam bûn. Di dozên têkildarî mirinan de jî delîl hatin paşguhkirin û biryarên neşopandinê hatin dayin. Hat îdiakirin ku faîlên derheqê wan de biryara lêgerîna daîmî hatiye dayin nehatine dîtin.    Faysal Sariyildiz ku di dema qedexeyan de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê bû, şahidiya xwe ya wê demê vegot.    ‘KONSENSUSEK HATE AVAKIRIN’   Sariyildiz, bal kişand ser pêvajoya ber bi qedexeyê ve û wiha got: “Di navbera 2013-2015’an de pêvajoya çareseriyê hebû lewma agirbest hatibû ragihandin. Di pêvajoya çareseriyê de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rola xwe lîst. Pêvajoyeke biqîmet bû û xwin nediherikî. Di vê pêvajoyê de Şoreşa Rojava pêk hat. Gelê kurd ev şoreş diyarî gelên cîhanê kir. Her wiha hilbijartinên 7’ê hezîranê hebûn ku kurdan ji sedî 13’ê dengan standin. Di şexsê AKP’ê de dewlet têk çû. Piştre jî dewlet û Erdogan konsensusek ava kirin û pêvajoya çareseriyê bi dawî kirin.    ‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NEBÛN’   Piştre jî konsepta êrişê dan destpêkirin. Piştî wê jî DAIŞ’ê di 20’ê tîrmehê de êrişa xwekuj kir û 33 welatî qetil kir. Di heman pêvajoyê de ciwanê bi navê Umît Kurt ê 14 salî li Cizîrê hate qetilkirin. Her wiha Nîhat Kazanhan ê 12 salî bi zanebûn hate qetilkirin. Dewletê, bi wehşetê bersiv dida banga gelê kurd a ‘Bila pêvajoya çareseriyê bidome.’ Her roj bi dehan kurd dihatin girtin, dihatin îşkencekirin. Ji bilî berxwedanê tu rêyên kurdan nebûn.”    ‘HEDEF DIGIRTIN Û WISA ÊRIŞ DIKIRIN’   Bi domdarî Sariyildiz got ku dema di 4’ê îlonê de li navçeyê qedexe hatî ragihandin, temamiya ceyranan hatine birîn û wiha pê de çû: “Şebekeyên avê girtin. Depoyên avê yên li ser banan jî bi guleyan teqandin û ava wan vala kirin. Dermanxane girtin û nexweşxane li sivîlan girtin. Xwestin bajar vala bikikn. Ji ber ku kîneke wan a mezin li dijî Cizîrê hebû. Cizîr xwedî mîrateyeke mezin a berxwedanê bû. Ji bo kesek li vir nemîne her tişt dikirin. Di nava 9 rojên qedexeyê de 21 mirovên me bi hovane hatin qetilkirin. Hemû kesên derdiketin kolanê yekser hedef digirtin.”    ‘DESTÛR NEDAN AMBULANS DERBAS BIBIN’   Di berdewamê de Sariyildiz daxuyand ku ew pêvajo bi Cemîle Çagirga re ji hêla raya giştî ve hate zanîn û wiha got: “Hemû kes Cemîleyê nas dike. Hêj zarok bû, hate qetilkirin. Dayika wê ya nekarî wê defin bike bi şev ew di hembêza xwe de veşart û piştre ji bo cenazeyê wê xerab nebe xist sarincê. Çîroka 21 kesên hatine qetilkirin ji çîroka Cemîleyê cudatir nebûn. Weke mînak; Zeynep Taşkin a 18 salî dema bi zarokê xwe yê di dergûşê de rûdinişt, li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Pitikê wê jî birîndar bû. Dema xesûya wê hewl dida wan bîne hundir ew jî hedef hate girtin. Her wiha Mehmet Erdogan ê 75 salî, dema ji bo nan diçû cem cîranê xwe, li naverasta kolanê hate qetilkirin. Heta pitikeke 35 rojî jî hate qetilkirin. Nehiştin ambulans biçin van kesên birîndar bînin ku wan bi xwe birîndar kiribûn. Her wiha gelek nexweşên şekir, diyalîz û kronîk jî jiyana xwe ji dest dan. Pêvajoyeke gelek hovane bû.”    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATE KIRIN’   Sariyildiz, got “Dewletê di pêşengtiya Erdogan de li dijî gelê kurd gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirine” û wiha pê de çû: “Ev hikûmet bi temamî bi rêya neteweperestî û faşîzmê xwe li ser pêyan digire. Tevahiya rê û rêbazên wê faşîstane ne. Bi wan komkujiyên wê demê re hevrû nabin. Hevrûbûn, qebûlkirin e û dê cezayê wê hebe. Lewma hevrû nabin. Sepanên wan ên faşîst, dawiya wan jî anî. Dewlet niha di destê mafyayê de ye. Divê ev hikûmet bi têkoşîneke mezin were dehfkirin. Belkî wê demê pêvajoyeke nû dest pê bike. Dê kesên piştî wan jî fêm bikin ku bi sepanên faşîst encamekê bi dest naxin.    ‘TÊKOŞÎN DIDOME’   Di nava 50 salên dawî li ser xaka Kurdistanê êşên gelek mezin hatin jiyîn û bedelên giran hatin dayin. Lê dîsa jî têkoşîna gel didome. Tevahiya cîhanê dizane ku gelê kurd bi rêgezên gerdunî têdikoşe. Piştî Şoreşa Rojava, hemû kesî têkoşîna gelê kurd nas kir û jê hez kir. Siyasetmedar, akademîsyen, fîlozof û raya giştî ya cîhanê têkoşîna kurdan nas kirin.”    MA / Omer Akin