Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn 2024-09-08 10:22:23   ÊLIH - M. Emîn Çam ê aliyê wî yê çepê felcî bûye, bi hinceta ku govend gerandiye 15 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Keça wî Şîmel Çamê bertek nîşan da û got: "Min ji bavê xwe pirsî 'Qey te govend gerand?' Wî jî aliyê xwe yê felcî nîşan da û got, 'Ma ez ê bi vî halê xwe govendê bigerînim?'"   Li Mehmet Emîn Çam ê 72 salî û 14 kesên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya Êlihê ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ne, bi îdiaya "govend gerandine" û "li pîspîskê xistine" 15 roj cezayê hucreyê hat birîn. Malbata Çam bertek nîşanî vê yekê da.    Şîmel Çam ku di 4'ê Îlonê de bi bavê xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.   BI WÎ HALÊ XWE YÊ FELCÎ GOVEND GERANDIYE!   Çamê da zanîn ku bavê wê li girtîgehê bi nexweşiyan re têdikoşe û wiha got: “Ji ber ku aliyê wî yê çepê felcî ye, bi zorê dimeşe. Her roj nexweşiyên nû çêdibin. Tevî van hemû nexweşiyan jî, bi hinceta govend gerandiye ceza lê birîne. Ev çi edalet e? Bavê min jî di nav de li 15 girtiyan cezayê govendgerandinê birîne. Tevî ku nexweş e jî ev ceza lê hatiye birîn. Min ji bavê xwe pirsî 'Qey te govend gerand?' Wî jî aliyê xwe yê felcî nîşan da û got, 'Ma ez ê bi vî halê xwe govendê bigerînim?"    Çamê da zanîn ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û wiha got: “Hevjînên hev Engîn û Dîlan Polat hatin berdan. Divê edalet ji bo her kesî wekhev be. Tabûtên girtiyên nexweş ji girtîgehê dertên, lê malbata Polat bi wesayîtên modela herî dawî ji girtîgehê derdikevin. Ev rewş, bi rastî xulaseya edaletê ye."    'BILA TABÛT JI GIRTÎGEHÊ DERNEKEVIN'   Hevsera Mehmet Emîn Çam Naîme Çamê jî diyar kir ku ji salên 90'î û vir ve bi zextên dewletê re rû bi rû ne û ji ber ferzkirina cerdevaniyê neçar mane ji navçeya Heskîfê koçî Sêrtê bikin. Çamê got: “Me daxwaz kir ku bê berdan û bê dermankirin, lê rabûn bi awayekî bêhiqûqî cezayê hucreyê lê birîn. Tew ji ber govendê lê birîne. Gava em diçin cem wî bi zorê radibe ser xwe. Ne tenê hevserê min, bila hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila ji girtîgehan tabût dernekevin."    SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA   Parlamentera Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sebahat Erdogan Saritaş, ji ber cezayê li girtiyan hatiye birîn serî li Wezareta Dadê da û di serlêdanê de diyar kir ku biryara hatiye dayîn ne hiqûqî ye.    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Êlihê ne li derveyî polîtîkaya biçûkxistin, asîmîlasyon, krîmînalîzekirinê ya li dijî kurdan e û wiha hat gotin: "Di encama tetkîkên li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Sêrt û Amedê de hat tespîtkirin ku di mejiyê Çam de ûr heye. Ger cezayê mayina li hucreya yekkesî ji aliyê dadweriya înfazê û dadgeha cezayê giran ve were pejirandin dê girtî 15 rojan bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne û wê ev yek ji bo wî xetereyeke mezin be."    Di dawiya serlêdanê de rakirina cezayên dîsîplînê yê Mehmet Emîn Çam û xwegihandina derfetên dermankirinê, bidawîkirina lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev hat daxwazkirin.   MA/ Fethî Balaman