Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin 2024-09-08 10:32:01 AMED- Cenazeyê Narîn a Guran a 8 salî ku 19 roj berê winda bûbû hate dîtin.  Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guran hate dîtin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.    Yerlîkaya, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Mixabin cenazeyê zarok Narîn Guran a li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû ji hêla komên me yên cendirmeyan ve hate dîtin. Xwedê rehma xwe li Narînê bike û cihê wê bihûşt be. Serê me sax be.”