Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin 2024-09-08 11:37:06   ENQERE - Di doza Qeymeqam Fatîh Safîturk de li Şerîf Mesûtoglû cezayê muebbeta giran hatibû dayin. Mesutoglû, ji bo jinûvedarizandinê serlêdan kir û hat zanîn ku rapora ku dibêje şopa tiliyê ya li ser kumandaya bombeyê aydê kesekê din e hatiye paşguhkirin.    Qeymeqamê Dêrik a Mêrdînê Muhammed Fatîh Safîturk weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê hatibû tayinkirin. Di 10’ê mijdara 2016’an di odeya wî ya meqamê de bombeyek hate teqandin û Safîtûrk jiyana xwe ji dest da. Piştî êrişê 70 kes hatin binçavkirin û ji wan 15 jê hatin girtin.    3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di 22’yê cotmeha 2018’an de ji bo 14 kesan biryara beraetê da û ji bo Şefê Karên Nivîsê yê Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû jî 2 caran biryara cezayê muebbeta giran û 28 sal cezayê hefsê hatibû dayin.    GUMAN JI HOLÊ NEHATIN RAKIRIN   Bi dîmenan derket holê ku di pêvajoya darizandinê de hişê yek ji şahidên dosyayê Mehmet Alî Gezgîncî ne li serî ye, bi tirkî nizane û îfadeyên wî xelet hatine wergerandin. Bi dîmenan derket holê ku kesên derheqê wan de doz hatiye vekirin piştî bûyerê hatine derbkirin. Di heman demê de bi dîmenan derket holê ku dozgerê demê yê li dosyayê dinihêrt, dema îfadeyê Devran Aslan digirt Aslan araste kiriye.    Hat îdiakirin ku telefona qeymeqamî bi hinceta “texrîb bûye” û “şîfreya wê nehatiye vekirin.” Di heman demê de hat îdiakirin ku pergala tomarkirinê 155 a aydê emniyetê ku yek ji delîlên herî şênber ên dosyayê ne, bi hinceta “Xerabe bû” nehatiye vekirin.    Mesûtoglû, di îfadeya xwe ya ewil de got ku dozger jê re gotiye “Şerîf, tu kesekî biaqilî lewma ji bilî te kesek nikare vê bike.”    Mesûtoglû, di danişîna biryarê de jî hewl da bedena xwe bişewitîne. Mesûtoglû, bi van gotinan bertek nîşan da: “Ji bo vê dozê we ez weke qurban hilbijartim. Ez vê zilmê qebûl nakim. Dê cenazeyê min bibe îspata bêgunehiya min.”    Di pêvajoya dozê de gumanên heyî ji holê nehatin rakirin û biryarên dadgeha herêmî piştre ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin.    DAXWAZA JINÛVEDARIZANDINÊ   Mesûtoglû ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, di 2’yê îlonê de bi daxwaza jinûvedarizandinê serî li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê da. Daxwazname ji 206 rûpelan pêk tê û hat gotin ku delîlên nû yên di dosyayê de cih nagirin hene. Mesûtoglû, di daxwaznameyê de cih da Rapora Pisporiya Bihevdayin a Şopên Tiliyê ku di 2’yê kanûna 2019’an de ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê ve hatibû amadekirin û Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê jî di 9’ê hezîrana 2022’yan de ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê re şandibû. Mesûtoglû, di heman demê de bal kişand ser delîlên hevjîna wî Saîme Ateş Mesûtoglû û parêzerê wî piştî erêkirina biryarê peyda kirin û pêşkeşî dadgehê kirin.    RAPOR HAT PAŞGUHKIRIN   Li gorî rapora di dosyayê de cih girtî; kumandaya bombeya di teqînê de hatiye bikaranîn, li gorî ketina daşirên li qata herî jor a Qonaxa Hikûmetê, di qula daşira li milê rastê dimîne hate dîtin. Di lêkolîna ewil de têkildarî şopa tiliyê tu lêhatin nehatin peydakirin. Lê belê dadgeha herêmî got ku bombe ji hêla Mesûtoglû ve hate teqandin, piştî teqînê kumanda avêtiye qula daşirê û bi vê boneyê ceza da Mesûtoglû.    Hat diyarkirin ku di rapora emniyetê ya 2’yê kanûna 2019’an de tespîta nasnameyên şopên tiliyan ên di demên berê de lêhatina wan nebû hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku şopên tiliyê ya li ser kumandayê û yên Î.K. hev girtine. Rapora emniyetê dema doz ji hêla Dadgeha Bilind ve dihat lêkolînkirin kete dosyaya dozê.    Dozger, rapor piştî du sal û nîvan şand dadgehê. Lê belê lêhatina nasnameyan a di raporê de paşguh kir. Dadgeha Bilind jî dosya erê kir.    Di serlêdana xwe de Mesûtoglû bal kişand ser paşguhkirina raporê û xwest mijar bê lêkolînkirin. Mesûtoglû, di serlêdana xwe de cih da îfadeyên bijîşkan ku digot piştî teqînê rewşa tenduristiyê ya Safîturk xerab nebû. Mesûtoglû, pirsî bê ka heke rewşa Safîturk xerab be li şûna Zanîngeha Dîcleyê çima birina Dîlokê, çima nehiştin ambulans di navbera Dêrik-Qoserê de bi lez derbas bibin, çima serî li bikaranîna balafira ambulans nedane û çima tetkîkên tomografiyê yên Dîlokê hatine windakirin û hwd. kir.    DAXWAZÊN HATINE REDKIRIN   Mesûtoglû, got; “Kujeran, bi hemû sêhrbaziya xwe ya burokratîk qeymeqam ber bi mirinê ve birin.” Mesûtoglû, wiha cih da daxwazên xwe yên hatine redkirin: “Min xwest bi awayekî fîzîkî tev li dadgehê bibim, weke şahid li polîsên lêkolînkirina cihê bûyerê bê guhdarîkirin, li polîsên ber deriyê avahiya Qonaxa Hikûmetê were guhdarîkirin, bila dîmenên kamerayan ji hêla kesên pispor ve bên lêkolînkirin, bila were lêkolînkirin bê ka li ser mûyên min ên tê îdiakirin hatine dîtin tu kîmyewî hene yan na, bila awayê dîtina delîlên sexte yên weke keşf, kumanda û lepikan were lêkolînkirin, bila were pirsîn bê ka CBS’a Dêrikê bi xwe li cihê bûyerê lêkolîn kiriye yan na, bila were lêkolînkirin bê ka her du polîsên tîmên taybet ên weke parastvan hatine peywirdarkirin çima weke cara ewil avahî bibînin hatiye peywirdarkirin û dîmenên kamerayan çima hatine tunekirin. Lê ev daxwazên min hatin redkirin.”    ‘EV 9 sAL IN TÊDIKOŞIM’   Mesûtoglû, di daxwaznameya xwe de ev tişt anî ziman: “Nêzî 9 sal in bêyî ku sûcekî min hebe di girtîgehê de me û ji bo îspatkirina bêsûciya xwe û darizandina sûcdaran têdikoşim. Di vê mijarê de min ji bo hemû saziyên dewletê nivîsand û her cureyên çalakiyan li dar xist. Di hizûra dadgeha wê demê de min agir berda bedena xwe. 228 rojan di greva birçîbûnê de mam û ketim rojiya mirinê. Ez îro jî dê xwe qet ji dayina jiyana xwe, xwe nedim paş. Ez dixwazim delîlên hatine reşkirin dîsa derxînin holê, jinûve bêm darizandin û bêm berdan”    MA / Firat Can Arslan