DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin 2024-09-08 11:46:05 ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku zarok Narîn Guran a 8 salî bi awayekî organîzeyî hatiye qetilkirin û wiha got: “Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin.”  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de winda bûbû û cenazeyê wê îro hate dîtin, li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da.    ‘BI AWAYEKÎ ORGANÎZEYÎ HATE QETILKIRIN’   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “19 roj bûn ji Narîn Guran agahî nedihatin girtin û mixabin îro di danê sibehê de cenazeyê wê hate dîtin. Hemû kes bi vê agahiyê re gelek xemgîn bû. Êşa me mezin e. Ev ne mirineke jirêzê ye. Narîn, bi awayekî organîzeyî hate qetilkirin. Divê hemû berpirsyarê vê cînayeta ku em di nava êşê de hişt bên dîtin, derxînin pêşberî darazeke bêalî û serbixwe û hesab jê were pirsîn. Em ê heta dawiyê vê cînayetê bişopînin.”