Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin 2024-09-08 11:46:32   AMED - Ketin û derketina gundê zaroka 8 salî Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û cenazeyê wê îro di tûrikekî de hate dîtin. Piştî dîtina cenazeyê Guran, ketin û derketina gund hate qedexekirin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihandibû ku cenazeyê Narînê hatiye dîtin.