Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê 2024-09-08 12:27:04 AMED - Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ku di danê sibehê de hate dîtin, birin Saziya Tipa Edlî.  Îro di danê sibehê de cenazeyê Narîn Guran a 8 salî hate dîtin ku di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Ji bo karûbarên otopsiyê, cenazeyê Narînê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Li pêşiya ATK’ê gelek hêzên ewlekariyê hatin bicihkirin. Di heman demê de li gel endamên malbata Guran, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ber ATK’ê ye. Piştî karûbarên otopsiyê, dê cenazeyê Guran bê teslîmkirin.