Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir 2024-09-08 12:27:49   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Di qezayê de 3 giran bi giştî 13 kes birîndar bûn.    Li gundê Qurunê yê navçeya Qoser a Mêrdînê mînîbûseke ku 20 karkerên çandiniyê lê siwar bûn, qeza kir û kete qenala avdanê ya GAP’ê. Piştî welatiyên derdorê ji rewşê agahdar kirin, li cihê qezayê komên agirkujiyê û tenduristiyê hatin veguhestin.    Di qezayê de 13 karker birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa 3 karkeran giran e. Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Qoserê. Têkildarî qezayê lêkolîn hate destpêkirin.