'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’ 2024-09-08 13:01:03   RIHA - Siyasetmedarên di kongreya DEM Partiyê ya Sêweregê de axivîn gotin ku tekane rêya aştiyê Îmrali ye.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Sêwereg a Rihayê yekemîn kongreya awarte li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetê hat lidarxistin û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha got: “Tecrîd li her qadê belav bû. Têkoşîna li dijî vê jî mezin dibe. Hevalên me yên girtî li dijî tecrîdê têkoşîneke birûmet dimeşînin û em ê bibin dengê wan. Heta tecrîd radibe divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne û dengê xwe derxîne.”    'BERXWEDAN MEZIN DIBE’   Hevserokê DEM Partiyê yê Sêweregê Faîk Ayata jî wiha got: “Tecrîd li Îmraliyê di meriyetê de ye ji ber ku berxwedana herî mezin li wir e. Divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin. Divê ev berxwedan were vegotin û were mezinkirin. Heta tecrîd neyê rakirin tu gotin têr nakin.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû jî anî ziman ku îktîdar hewl dide bi rojevên çêker rê li ber bertekên li dijî tecrîdê bigire. Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî got ku rêya aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Ayan, destnîşan kir ku rakirina tecrîdê berpirsyartiya wan e û divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne.    Parlamenter Omer Ocalan jî bal kişand ser Rêya Sêyemîn û wiha derbirî: “Rêya Sêyemîn ji bo me rêyeke jêneveger e. Paradîgmaya me xurt e. Em nikarin rêya hêzên hegemon hilbijêrin. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Ev zêdetirî 3 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Divê li dijî vê rewşê em tifaqa xwe mezin bikin. Em 5 kes jî bimînin dê têkoşîna me bidome.”    Piştî xwendina rapora fealiyet û darayî hilbijartin hate lidarxistin. Di hilbijartinê de Alî Dursak û Sema Gozcu Ayabe weke hevserokên nû hatin hilbijartin.