Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe 2024-09-08 13:01:45   ŞIRNEX - Welatiyên gundê Meydînê ya li Çiyayê Gabarê ji bo biçin gundê xwe destûr ji walîtiyê girtin. Tevî destûrê jî leşker nahêlin gundî derbas bibin.    Welatiyên dixwestin biçin gundê xwe yê li quntarê Çiyayê Gabarê, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Gundê Meydînê ku di salên 90’î de hatibû valakirin, ji wê rojê heta niha weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin û ketin û derketina gund tê qedexekirin. Gundê behsa xeberê di vê sala dawî de bi qirkirina daran a bi destê cerdevanan tê kirin di rojevê de ye.    Walîtiya Şirnexê tenê salê carekê destûrê dide ku şênî biçin gundê xwe. Di vê çarçoveyê de komeke derdora 100 kesan ji bo biçin gund destûr ji walîtiyê standin û di danê sibehê saet di 05.00’ê de xwestin biçin gund. Lê belê rêya wan li gundê Darayê yê navçeya Qesrikê ji hêla leşkeran ve hate girtin û leşkeran ji ewil gotin ku dê nehêlin kesên navên wan di lîsteyê de nîne derbas bibin. Piştre jî hat gotin ku dê nehêlin jin û zarok biçin gund. Li ser vê yekê di navbera leşker û welatiyan de arêşe derket. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirinê dan, neçûn gund û vegeriya navçeya Cizîrê.