Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan 2024-09-08 13:41:47   WAN - Di sempozyuma DEM Partiyê ya Wanê de hat gotin ku bi rêya kooperatîfan pêşeroj dikare were misogerkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Hevdîtinên Ked û Edaletê” de li Wanê “Sempozyuma di Çandinî û Xurekan de Avakirina Pêşerojê” li dar dixe. Sempozyum îro di roja duyemîn de domiya. Sempozyum, piştî nîqaşkirina serenavê “Di çandinî û xurekan de pêşerojeke çawa? Pêşniyarên çareseriyê” sempozyum bi dawî bû. Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin moderatoriya sempozyumê kir û Engîn Işik, Rojîn Elîf Tokur, Mahîr Mîkaîloglû û Necmî Akyildiz pêşkeşî kirin.    TECRÛBEYA KOOPERATÎFA KAVARÊ   Akademîsyen Rojîn Elîf Tokur bi serenavê “Fêmkirina karektera dualî ya beşdarbûnê: Tecrubeya Kooperatîfa Kavarê” pêşkeşî kir. Tokur, tecrûbeya heyî bi bîr xist û wiha got: “Weqfa Ozyegînê di sala 2009’an de bi beşdariya 5 gundan di navbera Tetwan û Wanê de ava kir. Projeya ewil weke projeya karê destan kete meriyetê. Tiştên li vir hatin hilberandin firotin fîrmayên herî baş ên cîhanê. Piştre jî projeya serevaniyê li gund xistin meriyetê. Heta jin ji bo zirar negihije berhemên di vê sereyê de nobet digirtin. Di heman demê de projeya firnê ya li hewzaya Kavarê kete meriyetê. Projeya mêşvaniyê jî bi 3 jinan dest pê kir û gelek serkeftî bû. Dema kooperastîfa ewil hatî avakirin tu jin nedikirin endam lê hemû kar jinan dikir. Herî dawî ji 35 jinan endamtiya 9 jinan a kooperatîfê hate qebûlkirin. Ji bo kooperatîfê pêvajoyeke berfireh hewce dike. Ji bo ku ev pêvajo nexistin meriyetê, kooperatîf bi ser neketin.”    'HEJMARA COTKARAN DAKET BIN JI SEDÎ 10’Ê’    Endezyarê Zîraetê Engîn Işik jî bi pêşkeşvaniya xwe bi serenavê “Gelo pêkane ku di polîtîkaya çandiniyê de pêşeroj were birêxistinkirin?” kir. Işik, anî ziman ku çandinî sal bi sal kêmtir dibe û leza hilberînê daketiye ji sedî 2’yê. Işik, wiha pê de çû: “Divê bûdçeya ji bo çandiniyê tê veqetandin nekeve bin ji sedî 1’ê. Lê belê niha daketiye ji sedî 0.6’ê. Her wiha nifûsa cotkaran daketiye bin ji sedî 10’ê. Tenê xwebirêxistinkirina cotkaran dikare berhem zêde bibin. Tekane rêya zêdekirina berhemên çandiniyê ev e. Ji bo vê û kooperatîftiyê; divê berjewendiyên kargehên biçûk were parastin, berhemdarî, zêdekirina qelîteyê, firotina berhemê ya bi nirxê xwe ya rast, bi awayekî bibandor bikaranîna çavkaniyan, bilezkirina pêvajoyên biryardayinê ya demokratîk, zêdekirina bandora gundan a di nava aboriyê de û rêxistiniya li çoltarê pir girîng in”.    JIN Û KOOPERATÎF   Endezyarê Zîraetê Mahîr Mîkaîloglû jî pêşkeşiya “Rewşa kooperatîvvaniyê û tecrûbeya cîhanê” kir. Mîkaîloglû, diyar kir ku dema kooperatîf tên avakirin armanceke avakerên wan hene û ew jî divê teheyûla pêşerojê be. Mîkaîloglû, wiha domand: “Kooperatîf, xwe dispêrin modêleke civakê pêş dixin. Di dema avakirina kooperatîfan de hewcehî bi hevgirtineke rêgezan heye. Kooperatîf ne tenê pêvajoya hilberandinê, di heman demê de berpirsyartiya il hemberî civakê jî ye. Divê kooperatîf aboriya herêmî xurt bikin, mercên jiyanê baş bikin, mirovan bigihînin ku berpirsyartiyê li xwe bigirin û pergaleke domdar ava bikin. Li vir pirsgirêka herî girîng jî zêdekirina tevlibûnê ye. Ji ber ku heke tevlibûn zêde nebe dê kooperatîf veguhere şîrketeke biçûk a malbatekê yan jî komeke biçûk. Ji bo me kooperatîf modêleke alternatîf e. Li dijî hovîtiya kapîtalîzmê divê em kooperatîfan birêxistin bikin. Di dema krîza aboriyê ya 2008’an de cihên herî kêm ji krîzê bibandor bûyîn, cihên kooperatîfan bûn. Divê modêleke wisa be ku ji hêla aborî ve ji bo jinan rîska wê kêm be û ji hêla civakî ve jî wê bêhtir di nava civakê de çalak bike. Ne pêkan e ku kooperatîfên jin di nav de cih nagirin bi ser kevin.”    'JI SEDÎ 90’Ê HINGIVÊ LI MARKETAN TÊ FIROTIN SEXTE NE’   Rûniştina herî dawî jî bi serenavê “Rewşa mêşvaniya Tirkiyeyê: Têkoşîna li dijî hingivê sexte û kooperastîfvanî” ji hêla Endamê Avaker ê Yekitiya Meşvanan a Orduyê Necmî Akyildiz ve hate kirin. Akyildiz, wiha got: “Niha li Tirkiyeyê 9 milyon kolonî û 120 hezar tonên hingiv tên hilberandin. Li seranserî cîhanê her xelefk 40 kîloyên hingiv dide lê li Tirkiyeyê 25 kîloyan dide. Anku ji ber rêbazên xelet tevî hemû hewldanan jî berhemdar nîne. Ji ber şewatên daristanan ên li Tirkiyeyê, berhemdarî kêm bûye. Pirsgirêka me ya herî mezin hingivê sexte ye. Ji sedî 90’ê hingivê li marketên mezin tên firotin sexte ne. Em hilberîner nikarin pêşiya vê bigirin û em na têkoşîn. Êdî şîrketên mezin hingiv çêdikin û pir xurt in.”    Sempozyum bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.