Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin 2024-09-08 14:11:31 AMED - Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî dê li Amedê bi meşekê bê protestokirin.  Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî, di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Cenazeyê Narînê îro di danê sibehê de hate dîtin. Saziyên jinan ên Amedê dê îro bi meşekê qetilkirina Guranê protesto bikin. Meş dê saet di 19.00’ê de li pêşiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê dest pê bike û heta Qada Şêx Seîd bidome.