Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin 2024-09-08 15:36:21 RIHA - Sînan Sutpak ku piştî 31 salan tehliye bû, bi girseyî hate ziyaretkirin. Abdulazîz Kolanç ê piştî 31 salan tehliye bûyî jî bicoş hate pêşwazîkirin.  Sînan Sutpak ku li Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê dihat ragirtin û piştî 31 salan di 4’ê îlonê de hate tehliyekirin, bi girseyî hate ziyaretkirin. Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, parlamenter Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Curnê Reş Garîp Yeşîl, rêveberên Şaxa OHD’a Rihayê û KATDER’ê û gelek welatî di serdanê de cih girtin.    Parlamenter Omer Ocalan li mala Sutpak a li Sêweregê axivî û wiha got: “Dewletê hesab nekir ku dê hevalên me rojekê ji zindanê derkevin. Cezayên giran da û heke bizaniya dê derkevin ew ê tevdîrên cuda bigirta. Salek berê komîsyonek ava kir û xwest astengiyê derxîne. Li gel ku cezayên derhiqûqî bi dawî bûne jî piştî 30 salan bernade û ‘poşmantiyê’ ferz dike. Hevalên me 32 sal in girtî ne. Divê her kes sedema vê ji xwe bipirse. Hevalên me ji bo jiyaneke birûmet têkoşiyan û di zindanê de ne. Hêvîdarim temamiya hevalên me tavilê bên berdan.”    ‘RÛMETA WÊ JI BEDELA WÊ MEZINTIR E’    Sînan Sutpak jî got ku bi saya têkoşîna li derve xwe li ser pêyan digirtin. Sutpak, wiha domand: “Heke ev enerjiya gel dida nebûya, ne pêkan bû em xwe li ser pêyan bigirin. Hinek girtiyên edlî nikarin xwe salekê li ser pêyan bigirin. Ev bedelekî gelek mezin e lê rûmeta wê ji bedela wê mezintir e.”    KOLANÇ BICOŞ HATE PÊŞWAZÎKIRIN   Abdulazîz Kolanç jî piştî 31 salan di 6’ê îlonê de ji Girtîgeha Afyonkarahîsarê tehliye bû. Kolanç, li gundê Milê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji hêla TUHAD-FED, DBP, DEM Partî, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan ve bicoş hate pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyekê derbasî Cizîrê bû. Konvoy, li Taxa Misûriyê bi dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin. Kolanç, li taxê ji hêla bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û li vir kevokên spî firand.    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen got ku niha li girtîgehan tecrîdeke giran heye û ev tişt anî ziman: “Şehadet hene. Bedelên giran tên dayin. Hevalê me Abdulazîz jî bedelekî giran da. Dîsa bi xêr hat.”    'ME POŞMANTÎ QEBÛL NEKIR’   Kolanç jî wiha got: “Mirov bi berxwedanê mirov e. Heke li cihekî berxwedan tune be, di mirovên wê derê de kêmasî heye. Jiyana mirovan bi berxwedanê watedar dibe. Bi berxwedanê azad dibe. Bi saya berxwedanê mirov azad dibe. Hevalên me îro li zindanan li ber xwe didin. Gelek hevalên me li gel ku cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Ji ber ku poşmantiyê ferz dikin. Me tu caran poşmantî qebûl nekir û dê nekin jî. Li aliyekî keyfxweş im û li hêlekê jî xemgîn im. Min gelek hevalên xwe li pey xwe hişt. Li girtîgehan zilmeke mezin heye. Hevalên me li dijî vê zilmê li ber xwe didin.”    Di serdanê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Kolanç û şandeya pê re heta demekî dirêj govend gerandin.