Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin 2024-09-08 16:32:35   AMED - Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ku lêpirsîna Narîn Guran jinêzve dişopîne, got ku divê têkildarî windakirina cenazeyê de lêpirsîn bê destpêkirin.    Zarok Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Cenaze, di rûbarî de di tûrikekî de hate dîtin û piştî dîtina cenazeyê ketin û derketina ji gund hate qedexekirin. Cenazeyê Guranê ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ku geşedanan jinêzve dişopîne, têkildarî mijarê wiha got: “Karûbarên otopsiyê niha didomin. Dema pêşrapora otopsiyê derket em ê agahiyên berfirehtir bi dest bixin. Lê cenazeyê wê di tûrikekî de û li rex rûbarî hatiye dîtin. Xuyaye ku hewl dane delîlan reş bikin û veşêrin. Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin. Piştî sedema teqez a mirinê diyar bû, divê bi sedemên ‘Kuştina biqesdî’, ‘Kuştina plankirî’ û ‘reşkirin û veşartina delîlan’ lêpirsîn were destpêkirin. Divê faîlên rasteqîn bên dîtin û darizandin.”     Ozdemîr, bi bîr xist ku li cihê cenaze lê hatiye dîtin beriya niha du caran lêgerîn hatiye kirin û wiha domand: “Îxtîmal heye ku cenaze piştî her du lêgerînan danibin wê derê. Ji bo faîlên rasteqîn derkevin holê, em ê yekser mudaxilî pêvajoya lêpirsînê bibin. Heta ku faîlên rasteqîn tên cezakirin em parçeyeke lêpirsîn û darizandinê ne.”    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr   'DIVÊ BÛYERÊN ZAROKÊN WINDA BI DAWÎ BIBE’    Ozdemîr, got ku Guran hatiye windakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin faîlên rasteqîn derkevin holê û cezakirin. Bûyerên zarokên winda êdî li Tirkiyeyê zêde bûye, ev pirsgirêk her tim hebû û em dixwazin ji bo çareseriya vê pirsgirêkê polîtîkayek were pêşxistin.”